29 juni 2022

Derdê Erdogan kurd azad nebin, Kurdistan çênebe

Kurdekî gotiye Fînlandiya û Swêd ne li dijî kurdan, li dijî PKKê bi Tirkiye ra li hev kirine. Rast e PKK terorîst e û dibê ji ortê were rakirin.

Min jê ra got, ”Tirkiye ji PYDê, YPGê, YPJê û gelek komele û dezgehên kurdan ên din ra jî dibêje terorîst, ji parlamenterên kurd ên Swêdê ra jî dibêje terorîst” û dixwaze wan teslîm bigire.

Ji bo tu jî wek Erdogan û Çavuşoglu difikirî û piştgiriyê didî zorbatî û terorîzma Tirkiyê ez te ji hevaltiya xwe derdixim û bloqe dikim.

Tirk îro ji van ra dibêjin terorîst, rojekê ewê dor were me jî.

Piştgiriya zorbatî û terora Tirkiyê ya li hemberî PKKê, YPGê, PYDê, YPJê û gelek kurdên din şerm û rûreşiyeke mezin e, hevalbendiya Erdogan e. Dijayetiya PKKê û hêzên din dibê tu carî meriv neke hevalê dijmin.”

Kesên wek wî camêrî difikirin û piştgiriyê didin zorbatî û terora Tirkiyê ya li hemberî kurdên rojava, PYD, YPG, YPJê pir in.

Ev dîtineke şaş e. PKKê û hêzên din rexne bikin, li dijî wan bin, gelek caran gava hewce dibînim ez jî wan rexne dikim.

Lê dibê fikrên cihê, dijatiya nabêna hêzan nebe tu carî sebebê meriv piştgiriyê bide zorbatiyên dijmin.

Derdê Erdogan ne bi PKKê, PYDê, YPGê, YPJê tenê ra ye, ew li dijî azadî û statuya kurdên rojava ye, naxwaze wek başûr li rojavayê Kurdistanê jî kurd bibin xwedî maf.

 Erdogan vê rastiyê tim dibêje.
Kî xurt be Tirkiye li dij wê ye, jê ra dibêje terorîst.  
Îro li Kurdistana Rojava ne PYD, kîjan partî li ser hukim be ji bo Erdogan, Bahçelî û tirkan ferq nake, ewê ji wê ra jî bibêjin terorîst. Tirk ne li dijî vê pariyê û wê partiyê ne, ew li jî azadîya miletê kurd in, li dijî statuya kurdan e. Dibêjin li Sûriyê gerek kurd nebin xwedî maf û statuyeke siyasî.

Gerek her kurd vê yekê fêm bike. Li Rojava PAK, HAKPAR, PSK yanî kîjan partî jî li ser hukim be ji bo Tirkiyê ferq nake, dîsa jî ewê eynî dijminatiyê bike û bibêje terorîst.

Ma di referandûma 2017a ya serxwebûnê da nayê bîra we Erdogan çi anî serê Barzanî û kurdên başûr?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE