30 juni 2022

Serokatiya Kemal Kiliçdaroglu umrê îktîdara Erdogan dirêj dike

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bûye bela serê me, heger yekî ji wî baştir serokê CHPê bûya ewê bawerî bida milet û dinyayê û kanîbûya Erdogan bixîne.

Lê bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu û bi vê siyaseta xwe ya nuha CHP tu carî nikane zora Erdogan bibe û were ser hukim.

 Erê Erdogan bi rehetî dev ji kursiya xwe bernade, ew zane roja ew ji ser hukim bikeve ew di qulikê da ye.

Çimkî wî gelek sûcên mezin, sûcên li dijî kurdan, li dijî mirovahiyê kirine.

Lema jî di deftera wî da dana îktîdarê tuneye. Ev daxwaza wî ye. Lê raqibekî xurt, demokrat derkeve hemberî wî kane wî bixîne. Kemal Kiliçdaroglu nikane tiştekî wiha bike, ew şansê Kiliçdaroglu tune.

Hetanî Kemal Kiliçdaroglu serok be CHP nikane ruyê îktîdarê bibîne. Di nav tirk û kurdan da piştgiriya Kiliçdaroglu pir zeîf e...

Tunebûna mixalifekî xurt û mitefikê Amerîka û Ewrûpayê umrê Erdogan dirêj dike. Kemal Kiliçdaroglu ji dilê ku baweriyê bide Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê çepîtiyê û neyartiya wan dike.

XXX
27 welatên Yekîtiya Ewrûpayê, 30 welatên NATOyê nikanîbûn tirkan biguherînin, Tirkiyê bikin welatekî wek xwe, welatekî demokratîk.

Erdogan bi tena serê xwe kultura xwe, normên xwe, rejîma xwe, dîktatoriya xwe hêdî hêdî bi Yekîtiya Ewrûpayê û bi NATOyê dide qebûlkirin.

Nuha jî dora Swêd û Fînlandiyayê ye. Recep Tayyip Erdogan mêrik nuha jî rejîma xwe, dîktatoriya xwe bi Swêd û Fînlandiyayê jî da qebûlkirin.

Wiha here Erdogan ewê gelek welatên Ewrûpayê bike Tirkiye. Ewrûpî xwe baş îtîbaqî Tirkiyê dikin.

xxx
Kurdekî di Tik Tokê da gotiye:

”Ji min ra dibêjin tu kurd î çima tu tirkan diparêzî?
Ez him kurd im, him tir kim hevalno. Dayika min yek gotinê jî bi tirkî nizane. Zarokên me jî gotinekê bi kurdî nizanin. Ez dev ji kê berdim?”
Bi milyonan kurd ketine vî halî. Yanî bûne tirk. Dema ziman here însan ewê bibin tirk.

Musebîbê vê felaketa mezin kurd bi xwe ne, siyasetmedarên kurd in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE