30 juni 2022

Gerek em netirsin û bêdeng nemînin !

Peymena Swêd bi Tirkiyê ra îmze kiriye dibê tirsê nexe dilê kurdên Swêdê û li hemberî terora Tirkiyê xwe bêdeng nekin.

Parlamenterên kurd, kurdê gotina wan pere dike dibê bêdeng nemînin, tawîzên hukûmeta Swêd rexne bikin.

Gerek welatekî wek Swêd demokratîk û xwedî edalet li hemberî dîktarorekî hustuyê xwe xwar neke.

Şerm e ji bo Swêd !

Ji her kesî bêtir em kurd li dijî terorê û terorîzmê ne.

Çimkî me ji terorê gelek zirar dîtiye, me bi hezaran şehîd dane. Terorîstan welatê me, bajarên me wêran kirine.

Li Kobanê, li Efrînê, li Sûriyê li hemberî terorîstên Daîşê me bi hezaran şehîd dane, bi saya vê xwîna şehîdên me Ewrûpayê rehet piçekî kir, dinya ji rêxistina terorîstên herî wahş, herî dirinde xelas bû.

Çimkî şêr û şepalên kurd bi qehremaniyên xwe terorîstên Daîşê teslîm girtin.

Her kes zane Tirkiye bi her hawî li pişt Daîşê û terorîstên îslamî ye, El Bexdadî di himêza tirkan da hat kuştin.

Du serokên piştî El Bexdadî li herêmên di bin kontrola Tirkiyê da hatin girtin.

Birîndarên terorîstan, serokên Daîşê, El Qaîdeyê li Tirkiyê tedawî dibin.

Tirkiyê ji terorîstên Daîşê, El Qaîdeyê artêşek çêkiriye û li Sûriyê, li Lîbyayê, li Azerbêcanê û li gelek derên din wan bi kar tîne.

Ev dewleta terorîstên Daîşê sewq û îdare dike, fînanse dike ji kurdan ra dibêjin terorîst.(!)

Dibê kurd netirsin û xwe bêdeng nekin, em bi heq in, em mezlûm in, em ji her kesî pirtir li dijî terorê û terorîzmê ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE