Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-07-01
Bavê Nazê û Dr. Nacî KIutlay îşev mîvanê me bûn. Piştî şîvê,
me bîstekê sohbet kir. Kekê Dr. Nacî got dibê ew rabe here mal. Em bi hev ra
derketin, min ew rêwî kir û ez û Bavê Nazê ji xwe ra bîstekê gerîyan.
Nabêna min û Tuxtor baş e, kêfa wî jî ji min ra tê. Tuxtor merivekî şên e, rûliken e, xweşsohbet e. Meriv ji hevaltî û sohbeta wî aciz nabe.
Merivekî merqdar e, tiştan dipirse, dixwaze meriv baş nas bike, li koka meriv, li bavê meriv, li eşîra meriv dipirse. Tiştên wiha kêfa min jî jê ra tê.
Piştî ez vegeriyam mal, min telefonî Mahmûd Kîper kir, min got ji civîna
hevalan tu xeber heye? Got na.
XXX
1988-07-01
Me civîna Komîteya Partiyê çêkir.
Yûsif di heqê Komîteya
Ewrûpayê da înformasîyon da me.
Em li ser programa komîteya vir jî peyivîn. Me programa xebatê qebûl kir.
XXX
1996-07-01
Îro di rojnameya Mîllîyetê da bi rojnamevanekî fransiz (Eric Rouleau)ra
hevpeyvîneke pir balkêş hebû. Berê sefîrê Fransa yê Anqerê bûye. Li ser mesela
kurd û partiya Refahê hin tiştên enteresant dibêje.
Dibêje mesela kurdan nahêle
Tirkiye bibbe welatekî mezin. Ji ber mesela kurd Tirkiye tim mecbûr dibe tawîzê
bide cîranên xwe û Amerîkayê. Bi taybetî jî li hemberî Amerîkayê Tirkiye tim
bêçare ye.
Dibêje Tirkiye gerek dev ji şer berde û mesela kurd bi diyalogê, bi riyeke
aştîyane çareser bikin.
Mêrik rast gotiye, ev fikrê min e jî. Bi rastî jî hetanî tirk mafê me nedin
Tirkiye tu carî nikane ji buhranên siyasî û aborî xelas bibe.
Min Serhat îro bir li kitêbxanê û li çend derên din gerand, kêfa wî pir hat, ji
xwe ra lîst.
XXX
1999-07-01
Li dinyayê dengên li hemberî biryara îdama Ocalan bilind
dibin. Hema hema hemû welatên Ewrûpa û Emerîka jî tê da gişan bi vî hawî ya jî
bi wî hawî, di mustewa dewletê da bîr û
baweriyên xwe gotin û li hemberî biryarê nerazîbûnên xwe(bêyEmerîka) nîşan dan.
Biryar di hemû rojnameyên dinyayê yên meşhûr da xebera yekem bû û tiştên li ser
vê meselê gotibûn jî di lehê kurdan da bûn.
Yanî biryarê li dinyayê olaneke mezin daye. Lê çi heyf Evdila Ocalan bi xwe
mêraniyeke li gorî vê piştgirî û mezinayiyê nîşan nade. Bi taybetî şêla îtalîyan
gelkî baş e.
Lê li alî din tirk biryarê wek serkeftinek mezin pîroz
dikin. Hinek dibêjin em zû îdam bikin, hinek jî dibêjin erê xwe pîs kiriye lê
belê di warê sîyasî da dîsa jî tam nemiriye, dema me anî wê nuxtê, yanî dibê mirina
wî ya şexsî û siyasî bi hev re bin. Ji xwe tirsa mezin jî ev e.
Ez hêvî dikim ev munaqeşeyên vekirî hişê wî bîne serê wî û dev ji teslîmîyetê û
pişo pişoyê berde.
XXX
Ji Rojevê ra
2001-07-01
Merheba!
Birêz "edîtor", di 29ê mehê da, yanî du roj berê
min ji te ra nivîsek şandibû. Heger teknîk derewan neke divê nivîs ketibe destê
te. Lê heta nuha min tu bersîv ji te negirt. Ez bawer dikim heger min ew nivîs
ji Serokwezîr ya jî ji Qiralê Swêd ra şandibûya ewê heta nuha bersîvek dabana
min.
Bi kêmanî ewê bigotana "me nameya te girt, gelek spas."
Min jî ji cenabê te ya jî ji rojnameya we bersîveke wiha kin dipa.
Lê ne kin,
ne jî dirêj we tu bersîv neda. Diyar e, wek gazinên te kiribûn, ev adet jî hîn
li ba me bi cî nebûye.
Bi baweriya min ev adeteke ne baş e. Fena ku yek
"silavê" li meriv bike û meriv silava wî negre.
Ez merivekî bînfireh im û serê hespê min jî nerm e. Lê li
gel vê jî ez nizanim ji nuha û pê va ezê bi kîjan şewqê bikanibim ji Rojevê ra
binivîsînim?
Ev yek ji bo min hîn ne zelal e.
Bi hêviya ku hûn di kar û barê xwe da hîn profesyonel û hîn
hesas bin.
Zinarê Xamo
XXX
2013-07-01
Hejar Şamîl Askerov û Îtîrafeke samîmî
Hejar Şamîl Askerov, bîstek berê di facebooka xwe da bala xwe daye zimanê çend
nivîsan, gelo çend kesan bi tirkî û çend kesan jî bi kurdî nivîsîye? Ji nivîsan
13 bi Tirkî û 8 jî bi Kurdî bûne.
Kêfa wî ji vê rewşê ra hatiye û gotiye, ”Çend sal berê belkî Tirkî: 19 û Kurdî:
2.” bûya.
Rast e. Û dûra li xwe mukur hatiye(îtîraf kiriye) û rastî wiha aniye zimên:
”Belkî bi hezaran car ji min re hatiye gotin: Tu çima bi Kurdî nanivîsî?. Bi
rastî jî Kurdiya min têrê nedikir. A naha jî têrê nake. ‘Asimle Kürdüm ben.’
(Yanî ez kurdekî asîmîlebûyî me) Lê, dema dinivîsim tê fêmkirin ne? Xelas bû,
çû…”
Kesek li vir tiştekî “Îlahî” (Xwedayî) nanivîse. Her kes dilê xwe vedike,
nêrina xwe serobero tîne zimên.
Wê demê ‘Sorun’ çi ye?(ewê demê mesele çi ye?)’ Bi sedan, bi hezaran, heval
‘benim gibi asîmle Kurd degil( Bi sedan, bi hezaran heval wek min ne kurdên
asîmîlebûyî ne’ lê bi Tirkî dinivîsin) Çima?
Min jî berê ji xwe re wusa digot: Dibê meriv kurdên bi tirkî dinivîsin ji
cendereya nivîskarên tirk xelas bike. Kurdên bi tirkî dixwînin dibê ne tirkan,
kurdên bi tirkî dinivîsin bixwînin.
Niha ez fehim dikim ku min di serî de xwe dixapand, paşê xwendakarên xwe dixapand
û ketim rêza xapînokan.
Niha dest bi ravekirinê bikim û bêjim çima û ji bo çi, ji ber çi sedemê…?, 10
rûpel jî têrê nake...
Kurt û Kurmancî, debê em dev ji xapandina hevûdu berdin.”
Hejar Şamîl Askerov
Not:
Kurdiya di nava parantêzê da ya min e û kurdiya nivîsê jî min hinekî rast rast
kir.
Dema min ev nivîsa Hejar Şamîl Askerov xwend, rexneyeke min li wî ya li ser vê
mijarê ya çend sal berê hat bîra min.
Ez bawer dikim kurdê pêşî ji Hejar ra gotiye bi kurdî bivîse ez im.
Çend sal berê(Dikane 2006-2007 be) min bi nivîsekê Hejar rexne kir û jê ra got,
dibê tu bi kurdî binivîsînî...
Ez di kompîtora xwe da li nivîsê geriyam, min nivîsa xwe û bersîva wî dît. Lê
tarîx tuneye. Heger Hejar tarîxê binivîse ewê gelkî baş be. Ez bi vê minasebetê
wê nivîsa xwe û bersîva wî li jêr diweşînim.
XXX
Ji Hejarê Şamîl ra
Silav birayê Hejar!
Min hevpeyvîna te ya bi kurdê hêja Kinyazê Îbrahîm ra him bi dilşadî û him jî
bi xemgînîyek mezin xwend. Ji ber ku te hevpeyvîneke wiha kiriye û îmkan da me
ku em keys û feydeyê ji vê hevpeyvîna hêja bigrin ez dilşad bûm û loma jî
sipasî te dikim. Lê li alî din ji ber ku te hevpeyvîn bi tirkî kiriye ez gelkî
li ber ketim û xemgîn bûm. Kurdên tirkiyê ne bes bûn, wa ye we kurdên
Kafkasyayê jî dest bi tirkî kiriye. Bi rastî tiştekî pir xerîb e. Ez tu maneyê
tê da nabînim ji bo ku tu bi Kinyazê Îbrahîm ra bi tirkî bipeyivî ya jî
hevpeyvînê bi tirkî biweşînî. Berî her tiştî divê kurdîya hevpevînê hebûya. Ji
ber ku wek kurd ez dixwazim Kinyazê Îbrahîm bi zimanê bav û kalan bixwînim, ne
bi tirkî.
Ma te hevpeyvîn ji bo tirkan kiriye ya ji bo kurdan?
Heger te ji bo kurdan kiriye, divê te bi kurdî biweşanda. Tu kurd î, birêz
Kinyaz kurd e û bi kurdî jî baş dizane û kesên ku ewê hevpeyvînê bixwînin jî
kurd in, de îcar çima tirkî?
Tu derdekî tirkan tuneye rabin hevpeyvîna bi Kinyazê Îbrahîm ra bixwînin, ev
yek. Ya din jî, dema tu bi tirkî dinivîsî tu fersendê didî tenê kesên bi tirkî
dizanin, kurdên bi tirkî nizanin yanî kurdên Kafkasyayê, Îranê, Îraqê, Sûriyê,
Lubnanê û yên li derên din nikanin ji vê hevpeyvîna hêja sûdê werbigirin. Loma
jî divê meriv bi zimanê xwe binivîse. Bi baweriya min, hin îstîsna ne tê da,
nivîsandina bi tirkî qebûlkirina serkeftina tirkan e. Dema em bi tirkî
dinivîsin, em qebûl dikin ku tirkan zora me biriye û em vê serdestiya wan qebûl
dikin. Heger emê viya qebûl bikin, wê demê divê em dev ji tekoşînê berdin û
gelê xwe zêde neêşînin.
Min meraq kir, tu vê tirkiya hewqas xweş, dirist li ku fêr bûyî? Te gotibû tu
ji Ezerbeycanê , ji Kurdistana Sor î, ê dema wiha be tu vê tirkiyê li ku fêr
bûyî? Gelo te li Tirkiyê mekteb xwendiye?
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
XXX
Dembaş birayê heja Zinarê Xemo.
Kurd dive zimanê dayîkî fêr bibin, biaxivin û binivîsin! Ew nezikbûn ne ku
duruste, pirsgirêke mayîn û nemayînêye. Gorî derfetên xwe bikaranîne zimanê
Kurdî ji bo her Kurdekî mesele namûsêye. Dilşewatîyê we di derheqa şuxulandinê
zimanê dê da ez parvadikim.
Tirkî nivîsandinê min cawkanîyên xwe ji rewşên objêktif digire. Ez Kurdêkî
asîmîlebûyîme. Zimanê min dayikî ne Kurdîye. Kurdî 5-6 salan dawîye, ku hin
bûme. Hin zanebûna min terî ramana xwe ifadekirinê nake. Le, hewldanê min
hinbûna zimanda zore. Baverîm, demekî şunda hedî-hedî dest bi nivisandina
bikim.
Kurdên Azerbaycanê 99 selef hatiye asîmîlekirin. Derheqa Kurdên Azerbaycanê da
û tevayî Kurdên Kafkasya û yên Sovyêtê Berî da dikarin ji pirtuka min, bi navê
“Kurdên Dîaspora” (Diaspora Kürtleri) agahî bistinîn. Ew pirtuk 3-4 meh berî li
İstanbulê, li weşanxane Perî hatiyê weşandin.
Min hevpeyvîn bi Knyazê Îbrahîm ra bi zimanê Kurdî, û Azerîkî kiribû. Mamoste
Knyaz Azeriki jî mukemmel dizane. Lê wekî min li jorê jî gotibû, derfetê min
terî nake, ku hevpêyvînên usa bi Kurdî yê edebî ifade bikim.
Lê belê min tev hevalekî xwe wê hevpêyvîna welgerandîye bi zimanê Kurdî jî. Di
demên kurt de bidimê weşandin.
Ji bo rexnêyên we spasîyê xwe dikim. Bawer bikin, ku rexneyên usa bandora erenî
dike.
Tirkî dibistan ne xwendîye. Min fakûltêya filolojî bi zimanê Azerîkî xelas kiriye.
Biminin xêr û xweşîyêda.
Hejar.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar