01 juli 2022

Swêd soza teslîmkirina 73 kesan daye Tirkiyê

Erdogan jimara kesên ji Swêd dixwaze roj bi roj zêde dike. Piştî îmzekirina peymanê bi çend saetan lîsteyek 21 kesî dan Swêd, gotin zû van 21 kesan teslîmî me bikin.

Dûra jimar derxistin 33a.

Erdogan do 40ê din lê zêde kir, got ”Swêd soza teslîmkirina 73 terorîstan daye me.”

Gelo ev îdîa Erdogan rast e ya ne rast e? 
Gelo bi rastî Swêd sozeke wiha daye Tirkiyê, ya jî Erdogan vira dike?

Berpirsiyarên hukûmeta Swêd ev jimara Erdogan ne qebûl kirine, ne jî red kirine. Wê demê tiştê Erdogan gotiye rast e.

Heger derew bûya ewê tavilê red bikirana. Bêdengiya wan tê maneya qebûlkirinê.

Yanî bi texmîna min Erdogan derewa nake, yên bi bin, yên durû swêdî ne, sozeke wiha dane Erdogan. Çimkî kesên tên firotin kurd in. Ev hukûmeta sosyaldemokratan heger bikanibe ne 73 kesan, ewê kurdan bi sedan, bi hezaran bide Tirkiyê.

Berdevkên hukûmetê dibêjin "ew tu carî hemwelatiyên Swêd teslîm nakin."
Di vê gotinê da hîle heye, bîna genî jê tê. Helbet hûn nikanin hemwelatiyên Swêd teslîm bikin. Lê her kurd ne hemwelatiyê swêd e. Kesên tên xwestin kane ne hemwelatiyên Swêd bin. 

Yanî îltîca kirine lê hîn nebûne hemwelatiyên Swêd. Bi îhtîmaleke mezin sozek li ser wan dane Tirkiyê.

Yanî Erdogan bi derewa nabêje 73. Di rojên pêş da ev yek ewê eşkere bibe.

Swêdiyan Erdogan nas nekirine, nizanin bi kê ra ”dans dikin”!

Erdogan êdî Swêd wek manga bermale dihesibîne, her roj bidoşe.
Rêbir, zorba gava bibîne zor, rêbirî pere dike bêguman ewê hinekî din bixwaze.

Swêdî bi bazarê nikanin bi Erdogan û tirkan ra kaba bavêjin, ev karê wan e, zanin bertîl, xûg çawa tê stendin. Çimkî debaran li ser rêbiriyê û xûgê ye.

Dibê Swêd û Fînlandiya Erdogan bêminet bikin, heger bêminet nekin nikanin ji tora Erdogan xelas bibin.

Erdogan ewê tevayiya kurdan, heta bi zarok û neviyên wan jî ji Fînlandê û Swêd bixwaze.

Lê kurdan bi qiç û pîlên wan ve bidin dîsa jî ji bela Erdogan xelas nabin, ewê gelek tiştên din jî ji wan bixwaze. Ewê tiştên wer ji wan bixwaze felekan wan ewê şaş bibe.

Çare dibê bêminet bikin, jê ra bibêjin çi ji destê te texsîr meke.

Erdogan nikane rê li ber endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê bigire. Giraniya wî têra tiştekî wiha nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE