01 juli 2022

Hûn bi kurdan ra bêbextiyê dikin !

Ecêb û sosreta giran, Swêd tew ji nuha da 3-4 kurd bi dizî teslîmî Tirkiyê kirine, tew haya kesî jî jê tuneye!

Ev hukûmet pir bêbext bêşexsîyet derket, bindestîya Erdogan qebûl kirine, ji nuha û pê da Erdogan ji wan çend kurdan bixwaze ewê bi kêfxweşî bidin Tirkiyê.

Hûn ne meriv in, hûn ne xwediyên soza xwe ne, heta nuha xwedêgiravî hûn dostên kurdan bûn, hûn li dijî terora Tirkiyê bûn, lê derket ortê hûn durû û sextekar bûne.

Hûn bi bêbextî kurdên mezlûm difroşin guran. Ev ji bo we ne şeref e, di tarîxa we sosyaldemokratan da ewê bibe lekeyeke reş...

Hûn bi kêfa xwe ne, dixwazin me gişan, li Swêd çiqas kurd hene gişan teslîmî Tirkiyê bikin.

Lê ji bîr nekin tiştê hûn nuha li dijî kurdan dikin ji bo we, ji bo "demokrasiya" we, ji bo welatê we rûreşîyeke mezin e.

Hûnê poşman bibin !

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE