Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-07-02
Piştî kar saet li dora 15.30î çûm mala Dr. Nacî Kutlay. Li
ser Doza 49a min pê ra hevpeyvînek kir. Hevpeyvîneke baş çêbû. Ezê di Armancê
da biweşînim.
Hafiza kekê Dr.Nacî pir xurt e, di ser bûyerê ra 26 sal derbas bûye lê dîsa jî
tê bi derziyê ve dike, her tişt baş tê bîrê. Belkî ev carî pêşî ye bi girtiyekî
Doza 49a ra hevpeyvîn tê çêkirin. Ji ber ku ev yek bû nesîbê min pir kêfxweş
im.
Min ji Nafî (Nafî Çilgin)pirsî, gelo ji civîna hevaln tu xeber heye ya na? Got na tune ye.
Lê got min bihîst, dibêjin xanima Seîd Aydogmuş gotiye hevalên me bûne sê perçe û ev xeber jî ji xanima Elîşêr(Zîya Avci )bihîstiye; Xelîl Xoce jê ra gotiye.
XXX
1986-07-02
Me dest bi mîzanpaja Armancê kir. Gava mîjanpaj dest pê dike êdî berbi
qedandinê ve diçe. Piştî mîzanpajê jî dibê ez kontrol bikim. Em çiqas kontrol
dikin jî em ji şaşiyan xelas nabin.
Dinya ewr e û baran e. Di rojên wiha da xebata di hundur da xweş e.
XXX
1988-07-02
Rojvan (Rojvan Yeşîl)telefon kir, got
Seîd Aydogmuş îstîfa kiriye.
Min got dibê li ber neyê gerandin û daxwazên wî yek jî neyên qebûlkirin. Dihere
bira here.
Min ji xwe ra got, ji bo vê partiyê û vî miletê bêtalihiya herî mezin yên wiha
bûne serokên partiyekê. Heger merivekî cidî bûya piştî îmzekirina programa
TEVGERê bi çend eojan ji partiyê îstîfa nedikir. Meriv hewqsî jî bêmesûlîyet
nabe.
XXX
2001-07-02
Merheba!
Birayê Salih, min tiştek ji vê meselê fêm nekir. Ev cara
sisiya ye ez vê nivîsê ji we ra dişînim û hûn jî her car dibêjin me negirtiye.
Ev tiştekî gelkî xerîb e. Ji ber ku min tim li ser eynî edresê şandiye. Dema
nameya min a duduya gihîştibe destê we divê we nivîs jî girtibe.
Diyar e
bêbavên tirkan destên xwe avêtine vira jî, wek posta Tirkiyê nahêlin di
înternetê da jî em bi hev ra bidin û bistînin. Lê ez hêvî dikim ewê îcar bi
saxî û selamtî bigihîje destê we.
Dema we girt ji kerema xwe ra bi du rêzan xeberê bidin min, ji bo ku dilê min
jî di cî keve.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar