02 juli 2022

Fînî li ser lîsteya Erdogan çi dibêjin?

Gelo medyaya fînî li ser peymana di nabêna Tirkiyê û Fînlandîyayê û Swêd da îmze bûye çi dibêje, li ser vê meselê li Fînlandiyayê minaqşeyeke çawa heye, partiyên siyasî li ser şertên Erdogan çi dibêjin?

Hukûmeta Fînlandiyayê li ser beyan û lîsteya Erdogan û teslîmkirina kurdan çi dibêje?

Haya me kurdên Swêd ji minaqaşeyên Fînlandiyayê tune ye, em nizanin fînî çi dibêjin?

Kurdên li Fînlanîyayê dimînin me ji minaqaşeyîn Fînlandiyayê agahdar bikin ewê baş be?

Ez bi xwe şêla fîniyan, minaqaşeyên li wir dibin meraq dikim.

Gelo kes peymana bi Tirkiyê ra hatiye îmzekirin rexne nake?

Fînî wek swêdîyan ne oportunîst û tirsonek in. Fînî sert in, tu carî ji ber kesî danaxun, mezinahiya kesî qebûl nakin, cesûr in.

Min bawer nedikir siyasetmedarên fînî bi Tirkiyê ra peymaneke wiha îmze bikin. Hebûna fîniyan bi swêdîyan ra hêvî dida min, min digot fînî ewê tirkan bêminet bikin.
Lê wer nekirine, vê yekê ez matmayî hîştim.

Min ji swêdîyan tu mêranî nedipa. Jixwe heta roja civînê jî şêla wan, beyanên wan nîşan dida ewê teslîmî tirkan bibin.

Swêdiyan kanîbûn peymaneke ji viya jî xerabtir îmze bikirana. Çimkî xwedî kultureke rebenok û pir tirsonek in.

Lê fînî sedîsed eksê swêdîyan e, neheqiyê, zorabatiyê, çavsoriyê, serdestiyê qebûl nakin, lema wêrîbûn li hemberî rûsan serî hildin.

XXX

Halê me yê siyasî û civakî wek yê qereçiyan e, em bêdewlet in, bêpişt in.

Dema miletek bêdewlet be sîleha wî ya xwe pê biparêze tune ye.

Ji ber ku dewleta me tune ye tu dewlet hesabê me nake, ji me natirse, me ji xwe ra wek problemê dibîne û gava hewce me pir rehet difroşe.

Ji ber ku dewleta me tune ye ne em kanin bi kesî ra bazarê bikin, ne jî kesî bikirin.

Heta em nebin xwedî dewlwet halê me ewê tim wek yê qerçiyan be, emê tim birevin, xwe bavêjin dexlê xelkê û xelkê jî me bifroşe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE