03 juli 2022

Çend rêz ji bîranînên min -168-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1986-07-03

Min civîna hucrê bi Mihemedê Hekarî û Mumtaz(Nîmet Aydin) ra çêkir. Me mîzanpaja Armancê qedand. Bîna me fire bû. Mihehemed jêhatî ye. Ez û wî pir samîmî ne. Ez ji kurmanciya wî pir hez dikim.
Mamoste(Mamoste Nûjen) û zarokên xwe hatin mala me.

XXX
1988-07-03

Îro em komîta partiyê a Swêd bi Rojvan(Rojvan Yeşîl. Endamê KM)ra civiyan. Me li ser îstîfa Seîd Aydogmuş qise kir. Rojvan got ez dixwazim dîtina komîta Swêd bizanibim.

Min got koka meselê ji kongreya partiyê tê. Piştî kongrê, bi Yekîtiya Çep ra ev cephe mezintir bû.
Li gorî Seîd yên wek wî difikirîn heval bûn, yên wek wî nedifikirîn ne heval bûn, nêtxerab bûn; dixwestin wî tasfîye bikin.
Psîkolojîk ket rewşeke wiha. Nuha dibîne Komîta Ewrûpayê nakeve bin kongrola wî û wek berê her tiştî wek wî nake.
Bala xwe didê hetanî kongrê ewê nikanibe rê li ber xwe xweş bike, lema jî îstîfa dike.
Bi baweriya min dibê tu daxwazeke wî neyê qebûlkirin. Dibê partî tedbîrên xwe bigre, hin hevalan bişîne hundur.
Salim(Salim Çelîker), Nafî Çilgin jî gotin dibê tawîz neyê dayin. Çimkî tiştê Seîd ji partiyê dixwaze ne di cî da ye, di daxwazên xwe da neheq e. Me wek komîte got heger mimkûn be bira kongra partiyê zûtir çê bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar