03 juli 2022

Dengên li hemberî teslîmîbûna Swêd zêde dibin

Nivîskar û rojnamevanê bi nav û deng Jan Guilluo li ser peymana Swêd bi Tirkiyê ra îmze kiriye û nêçîra pûlisên Swêd a li hemberî kurdan tê meşandin çend gotinên bi ûjdan kirine.

Jan Guilluo bêdengiya medyaya swêdî jî rexne dike. Ji ber ku nêçîra pûlisên Swêd li hemberî kurda ye medya jî bêdeng e. Heger eynî zulm li miletekî din bihata kirin ewê bêdeng nemana.

Mala te ava be Jan Guilluo. Fermo nivîsê bixwînin:

”Sapo,(Pûlisê Îstîxbaratê), ev demeke li hemberî kurdên Swêd nêçîreke prîmîtîv û pir întensîv dimeşîne. Heta mimkûn be dixwazin zêde kesan dersînor bikin. Ji bo vê yekê hêzeke siyasî ya pûlisên me heye. Dersînorkirin bi delîl û belgeyên bi dizî tên kirin, însan nikanin xwe biparêzin. Di nav bêdengiyê da pûlisên siyasî bi otobozan qefle bi qefle digrin ser malan. Dramake siyasî tê jiyîn. Bi qasî tê zanîn, ji bo dersînorkirinê 38 kes hatine pakêtkirin. Hewesa Sapo ya alîkariya bi hevalbendên xwe yên tirk ra rûreşiyeke ne tenê ji bo Sapo ye.”
Swêdiya nivîsê di vê lînkê da ye

Not: Nivîsê hûn kanin bi Translate Googlê tercumeyî zimanê hûn zanin bikin.

 
XXX
Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson di radyoyê (Eko)da newêrîbû bigota li Tirkiye demokrasî tune ye û li Tirkiyê zulm li kurdan dibe.

Erdogan rexnekirina xwe ne li kurdan tenê, li serokwezîra Swêd û hukûmeta Swêd jî qedexe kiriye.

Magdalena Andersson ji alîkî da dibêje "ewê girêdayî qanûnên navnetewî bin" , lê nabêje wan soza teslîmkirina 73 kesan daye Tirkiyê ya na.

Heger îdîayên Erdogan derew e, red bike, bibêje me sozaek wiha nedaye.

Bi baweriya min sozek we dane Tirkiyê. Lê ji wê jî xerabtir di peymanê da qebûl kirine îstîbarata Swêd û MITa Tirkiyê ewê bi hev ra komîsyonekê ava bikin û bi hev ra bixebitin. Yanî MITa tirk bi hawaî resmî li Swêd ewê kurdan taqîb bike.

Ma ji viya xerabtir çi heye?

 

XXX
Rojnamevanê swêdî Olle Svennining li ser bêbextiya Swêd a li hemberî kurdan nivîseke pir bi muhîm nivîsîye. Navê nivîsê:

”Nuha rexneyên li Erdogan dihat kirin hemû ji holê rabûn

Sozên Swêd ên ji bo dîktatoriya Tirkiyê rûreşî ye”

Rojnamevanê swêdî Olle Svenning li ser peymana Swêd bi Tirkiyê ra îmze kiriye nivîseke pir hêja nivîsîye.

Olle Svenning dibêje bi vê peymanê Swêd qebûl kiriye tiştê Tirkiye tîne serê kurdan emê jî li Swêd bînin serê wan.

Hûn kanin nivîsê bi translate google tercumeyî zimanê hûn zanin bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE