Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-07-04
Me îro Armanc bir teslîmî çapxaneyê kir. Hestekî pir xweş e dema em Armancê
teslîmî çapxanê dikin. Xebata bi rojan dike fêkiyê(mêweyê) xwe bide.
Piştî wê jî heyecana payinê dest pê dike, dûra jî zewqa qatkirinê
û postekirinê tê.
XXX
1988-07-04
Ez bi Salim(Salim Çelîker)ra peyivîm. Got em bi Seîd Aydogmuş ra nepeyivîne. Ji
ber ku Mehmet Tayfûn gotiye bira hevalên berpirsiyar bibêjin, dûra emê pê ra
bipeyivin. Me wek komîta Swêd gotibû bira Salim û Tayfûn pê ra bipeyivin, lê
guhdarî bikin, dûra me agahdar bikin. Min got pê ra bipeyivin, me berê jî
gotibû.
XXX
1996-07-04
*Ji zû da bû min nêt kiribû ji malê ra mikrovagsugnekê (firna pêlên mîkroyî) û
radyoyekê bikirim. Vê mehê axirê min li hev ragirt, min îro çû bi deyn(bi
texsîd)kirî. Ezê mehê 350 kronî bidim.
*Fexrî Olçer telefon kir, got kekê Weysî Zeydanlioglu ban çend hevalan kiriye,
dixwaze tu jî were. Min got ezê bi kekê Weysî ra bipeyivim. Min telefonî Weysî
kir, min got li qusûra min nenêre, ez nikanim werim. Pir israr kir, got dibê
miheqeq tu werî.
Lê min got ez nikanim, ez neçûm. Min bihîst ban hevalekî dilê
min jê maye jî kiriye lema ez neçûm.
Ji ber ku çendakî berê li ciyê rehetiyê dilê
min ji xwe hîşt. Ez tirsiyam li wir jî di nabêna me da minaqaşe derkeve. Min
got ya çêtir û silamettir ez neçim.
XXX
1997-07-04
Salim Çelîker ji Londonê vegeriya, telefon kir, got were em hevdu bibînin. Me
li bajêr hevdu dît. Got ji redaksîyona Armancê îstîfa kiriye. Li gorî gotina wî
redaksîyon û partî li hev nakin, partî dibêje hûnê wek organeke partiyê hereket
bikin. Redaksîyon jî vê daxwaza partiyê qebûl nake.
Ez ji van minaqaşeyan xelas bûme, serê min vehesîyayî ye.
XXX
1999-07-04
Lutfî Azemlî ji Tirkiyê hatiye. Îro ji ba Aslan(Mehmet Kaya)
telefon kir, got ez do ji Norweçê hatim.
Ez çûm mala Aslan, me li wir bîstekê sohbet kir, dûre ez û Lutfî em derketin
çarşiyê; wek hertim Aslan nehat.
Lutfî li Îskenderûnê mamoste ye. Digot Tirkiye ji bo kurdan bûye cehnimeyeke
rastîn.
Lutfî xortekî li Wêranşarê hevalê me bû. Xortekî zêde ne aktîf bû, lê meraqdar
bû, dixwest tiştên nuh fêr bibe. Lawê Şêx Evdî ye, ji Şêxên Qerejdaxê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar