04 juli 2022

Misilman ne li dû bextewariya vê dinyayê ye

Fîlozof, Prof. Dr. Yasîn Ceylan li ser Medenîyeta Îslamê bi  Kubra Par ra hevpeyvînek kiriye. Di hevpeyvîna xwe da li ser felsefeya îslamê gotiye:

”Medenîyeta îslamê bêtir berbî dinya din e, yanî li ser axretê ye. Di demên dawî da îdîala mezinkirina ciwanên(xortên) dîndar heye. Ji dêlî cuwanên serketî dixwazin ciwanên dîndarmezin bikin, bigihînin, ev pir şaş e.
-Ji bo çi?
Çimkî misilman ne li dû bextewariya dinyewî ye, li dû bextewariya axîretê ye, li dû bextewariya dinya din e.

Min di 14 saliya xwe da Quarna Kerîm ji tefsîrên wê xwendiye.

Ez baş zanim metnên îslamî dinyayeke çawa pêşkêş dikin.
Min di îmam xetîbê da xwendiye, ez ji medereseyê têm.

Cîhana(dinyaya) Îslam dixwaze her tişt ji bo dinya din e. Vê dinyayê demkî dibîne, ev dinya fanî ye, dinya din ebedî ye.

Bextewariya dinyewî di pilana duduya da ye, bextewariya esasî li axîretê ye. ”Ev dinya zeviyê(erdê) dinya din e, tu çi biçînî tu yê wiya biçine”, di vî warî da gelek hedîs hene.

Di zihnê însanekî da ev hebe ji bo çi ewê li vê dinyayê serketî be?
Kar, xebat, sermiyan(veberhênan, investment)ji bo alîyê din e, ji bo dinya din e.

Îdîaleke Îslamê ya çêkirina medenîyeteke wek ya Rojava tune ye, îhtîmal jî tune ye.

Di medenîyeta Rojava da, ilim, sinet, edebîyat, refah, kêf, şiîr filan heye.

Îslam ne li dû civateke wiha ye, îslam civateke wiha naxwaze. Ez îdîa dikim, bextewariya dunyewî tunebe serketin nabe, bextewariya dunyewî tunebe exlaq jî nabe. Însanê bedbext(nebextewar)nikane bi exlaq be, nikane hez bike. Di nabêna bedbextan da hevkarî, piştgirî jî nabe."

Camêr bi rengekî pir xweş qala dereceya manewîyatê û medenîyetê kiriye. Gotiye manewîyat esas be zengînî, refah, pêşketin çênabe. Maddîyat tunebe pêşketin, refah jî çê nabe, însan, civat bi pêş nakevin.

Prof. Dr. Yasîn Ceylan îmam xetîb xwendiye, ji nav kultura îslamî tê, wê civatê û felsefeya Îslamî baş nas sike. Ji bo wê jî ferqa nabêna felsefeya Îslamê û Xirîstaniyê xweş îzah kiriye.

Miletên xiristiyan çima bi pêş ketine, çima di nav refahê da dijîn û miletên misilman jî çima hewqasî paş da mane ji viya xweştir îzah nabe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE