04 juli 2022

Asîman îro bûye wek lokekî hêc !

Nuha li Stockholmê, li herêma me Alby baraneke wer bi zirp dibara ji ximîna wê, ji gurre gurra ewran û tavan û şîrqîna birûskan di hundur da jî hinavê meriv diqete.

Ev nêzî sê saetan e bi vê zirp dibare. Carnan çend deqan bîna xwe digre, lê ji nişka ve dîsa wek lokekî hêcî girgîn gurrîn û hîbîn pê dikeve û bi satilan dike xwar.

Fena ku asîman azirî bin, ji dengê tavan û şîrqîna birûskan meriv newêre serê xwe ji hundur derxîne, hinavê meriv diqete...

Asîman hêza xwe, qeweta xwe nîşanî med dide,  dibêje min neqeherînin, min neazirînin, heger ez li we werim xezebê ezê di hundur qulikên malên we da bibizînim.

Heger hinekî din jî biqeherim, ezê we holik û kusêxên we, bajarên we, pirên we, riyên we gişan xera bikim, we perîşan û derbeder bikim.

Nuha, dema ez van rêzan dinivîsim asîman hinekî aş bû, hêvî dikim dîsa hêc nekeve…

Lê hîn min ev rêz neqedandibû, dîsa xumînê dest pê kir, dîsa bû xumexum.

Ez dibêjim nuha li gelek deran lehî rabû, gelek mal di bin avê da man. Hewşa me wek bîreke bêbinî ye, tu dibêjî belkî serrad û bêjing e, çiqas dibare jî gol çê nabe, fena ku çilkek baran jî nebarî be.

Hewqas av bi ku da dihere min fêm nekir...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE