05 juli 2022

Çend rêz ji bîranînên min -170-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-07-05

Îro tahtîla min dest pê kir. Min li girava Faglaro (Fåglarö) havîngehek ji bo hefreyekê bi 1620 kronî kirê kiriye. Min rismê xênî dît, vîla ye. Havîngeheke xweşik e. Mezin e, çar odeyên wê hene, ji bo mîvanan hin nivînên ekstra jî hene. Hewş mezin e. Çend mîtro nêzî avê ye.

Ev cara pêşîye ez û zarok emê bi hev ra herin havîngehekê tahtîlê.

Havîngeh li herêma Skargardenê(Skärgården)ye. Li Skargardenê li dora 3 hezar girav hene. Li gişan însan najîn, lê li gelekan havîngehên swêdiyan hene.

XXX
1986-07-05

Armanc îro wek rojname û xurrî bi kurdî derketderket. Me êdî xatir ji tirkî xwest.
Li ber dilê min wek bûkekê ye. Îro ji kêfa difirim. Serê salan bû min rojeke wiha xeyal dikir, ji bo ku vê rojê bibînim ez pir xebitîm. Lê dawiya dawî Mûrad îqna bû û min ev roj, Armanca xurrî kurdî dît.

XXX
1988-07-05

Îşev bi Mûrad(Mûrad Ciwan)ra peyivîm, ji ber îstîfa Seîd Aydogmuş û teşxeleyên nava partiyê moralê wî ne baş bû. Pir bêhêvî xuya dikir. Fena ku ew jî dixwaze dev jê berde. Min got moralê xwe xera neke, ewê baş bibe.
Ji bo Armancê û çapa kitêban çûm ba Elî Çitçî. Wehap Serîn jî hat wir. Em bi hev ra nepeyivîn.

XXX
1997-07-05

Metîn telefon kir got keçik hîn baş nebûye û ne diyar e ewê kînga ji nexweşxaneyê bişînin mal. Lema jî pir ne bi dilê wî bû em herin. Çimkî li nexweşxanê ne û nexweşxane jî li bajarekî dûrî wan e.
Lê min got wele min bilêt kiriye, emê werin.

Ez bi bavê xwe û diya xwe ra peyivîm. Gotin me erdê te bi 1 milyarek û 250 milyonî firot û li Diyarbekrê ji xwe ra pê xaniyekî baş kirî. Baş bû ji kirê xelas bûn. Fûad digot êdî ew nikane kiriya wan bide. Lema ez mecbûr mam
Min digot belkî dema ez herim ez ji xwe ra bifroşim û pê xaniyekî bikirim, lê wa ye nebû qismetê min, ew jî ji destê min çû. Ev jî bêşansiya min e. Pir erzan dane. Heger bima hetanî ez vedigeriyam ewê gelek pere bikira.

XXX
1999-07-05

Li gor xeberên tirkan yên îro ordiya Tirkiyê ji sisiyê mehê û virde ye bi 10.000 leşker ketiye Kurdistana Başûr. Li alî din li hundur jî her roj gelek bûyer dibin, bombe diteqin, însan tên kuştin. Lê gerîlla jî baş li ber xwe didd, şerê xwe baş didomîne. Ez hêvî dikim gurra Evdila Ocalan nekin.

XXX
2017-07-05

Hemşeriyên Evdirehman* Benek 20 rûpelên pêşî yê romana xwe ji min ra şand, xwest ez bixwînim û fikrê xwe li ser bibiêjim. Mijara romanê ziman û  asîmîlasyon e. Gotiye navê wê ”Jana Ziman” e.
Min beşê şandibû xwend û ev nivîsa jêr jê ra şand:

"Merheba birayê Abdurahman*!
Birayê ezîz, min nivîsa te, destpêka romana te şandiye xwend.
Mesela asîmîlasyonê û gelşên bi xwe ra aniye, peyda kiriye bêguman mijareke xweş û balkêş e.
Tişê di nabêna Xelaf û Leylayê da bûye geleşeke mezin hema hema gelş û derdê her malbata kurd e.
Lema jî heger meriv kanibe vê mijarê di romanekê da bi hostayî bihûne, bigre dest tiştekî pir baş e.
Mesela Ehmed û Sînemxanê jî xweş e, lê dibê meriv bikanibe bi çîroka destpêkêve xweşik girê bide.
Dibê ne mijareke bi serê xwe, têkiliya wê bi Xelef û Leylayê ra hebe…
Ez ne rexnegirê edebiyatê me, ji bo krîtîkkirina berhemên edebî zanîna edebî û rexnegiriyê lazim e.
Ez ji vê yekê dûr im. Lê wek xwendevanekî heger ez fikirê xwe bibêjim, helbet bi xwendina çend rûpelan meriv nikane bigihîje hukmekî, dibê meriv hemû berhemê bixwîne.
Lê li gel vê jî ez kanim bibêjim têkiliya Ehmed û Sînemxanê ya destpêkê, gava cara pêşî telefon dike baş nehatiye hûnan.
Ne bi ruh e. Gava Ehmed cara pêşî telefonî Sînemxanê kir meriv nizane jê ra çi got û wê çi bersîv dayê…
Di romanê da bûyer dibê wek hebên tizbiyê li dû hev bin, ne pîne bin…
Meriv hew dibîne ji hev hezkirine û têkiliya wan çend salan dom kiriye. Çawa bû, ji hev ra çi gotin, meriv nabîne…
Ez dibêjim ev be gerek xwesiktir were hûnan.
¨Ya din di zimên da jî kêmasî şaşî pir in, dibê yekî zimanzan redakte bike. Bi taybetî di mesela wextê da îstîkrar tuneye, dibê meriv li wiya miqate be û her carê demekê bi kar neyne.
Ya din mesela zamîrên şexsî û wextê jî gerek werin rastkirin.
Mesela te gotiye ”ev mijarê di vir de diqedînim.”
Ev şaş e. Gerek meriv bibêje ”ez vê mijarê li vir diqedînim.”
Numûneyên wiha pir in.
Yanî bi kurtî gerek ziman were rastkirin.
Ji xwe mesela rastkirinê ne mesela kurmancî tenê ye, di her zimanî da hin kesên zimanzan berheman rast dikin. Her nivîskar ziman baş nizane û ne zimanzan e. Weşanxane berî çapê berhemê dide redaktekirin.
Yanî kêmasiyên te yên zimên ne mexsûsî te tenê ye, ev gelşa her nivîskarê kurd e.
Bi baweriya min dibê meriv netirse, kêmasiyên zimên ji xwe ra neke problem. Dibê meriv netirse, ba xerab binivîse.
Meriv nenivîse meriv fêr nabe.
Meriv berê dibe şagirt, dûra dibe xelfe, dûra dibe hoste.
Di tu karî da meriv dîrekt nabe hoste. Edebiyat jî wisa ye, bi nivîsandinê meriv dibe xwedî tecrûbe, ziman fêr dibe û bi pêş dikeve.
Lema metirse, binivîse…
Bi kurtî tiştê ez bibêjim ev e. Ji te ra serketinê dixwazim
Zinarê Xamo Stockholm
2017-07-05

*Abdurahman Benek"


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar