05 juli 2022

Kovara Zarema jî xatir ji xwendevanên xwe xwest


Kovara Zarema îro xatir ji xwendevanên xwe xwest û dawî li weşana xwe ya fizîkî anî; êdî ewê li ser kaxetê neyê çapkirin û wek kovar nekeve destên xwendevanên xwe.

Li gorî agahiya berpirsiyarên kovarê belav kirine heger bikanibin ewê dijîtal derxînin.

Di nav van çend salên dawî da li welatê me şertên aborî, şertên belavkirinê û abonetiyê hatine guhertin, her kovar û rojname nikane jiyana xwe bidomîne. Kovar û rojnameyên aborîya wan pir ne xurt be tên girtin.

Hêvî dikim ”Kovara Zarema” jiyana xwe bi rengekî dijîtal bidomîne.

Hebûna kovar, rojname û kitêbên kurdî pir-hindik dibin sebebê xwendina kurdî, heger ew jî tunebin însan ewê ji temasa bi bkurdî ra qut bibin.

Bi xêra Hawarê, Ronahiyê, Şivanê Kurmanca, Memê Alan, Mem û Zînê û şiîrên Cegerxwîn(Sewra azadiyê)bi hezaran kurd fêrî xwendin û nivîsandina kurmancî bûn û wan jî nivîsî, hin kovar û rojname derxistin.

Min bi xwe di destpêka 1970î da cara pêşî kurmanciya latînî di Sewra Azadî da dît û xwend. Dûra jî min Hawar dît.

Bi vî hawî kurmancî hinekî zindî ma û bere bere belav bû.
Yanî heger ne ev çend kitêb û kovar bûna însanan nikanîbûn fêrî xwendin û nivîsandina kurmancîya latînî bibin. Yên ji van kitêb, kovar û rojnameyan fêrî xwendin û nivîsîna kurmancî bûn wan jî hinekên din fêr kirin.

Ji bo wê jî çi dîjîtal, çi jî wek kaxet kitêb, rojname û kovarên bi kurdî çiqas pir bin hewqasî baş e, kurdî zindî dihêle, xwendevanan çê dikin.

Kovara Zarema di gulana sala 2014a da dest bi weşanê kir, hetanî nuha 16 jimar derket.
 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE