05 juli 2022

Erdogan bela xwe ji kurdên Rojava venake

Amerîka li dijî êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana Rojava ye. Rûsya li dij e, dibêje rehet bisekinin. Îran li dij e, dibêje em qebûl nakin hûn erîşê bibin ser Sûriyê. Lê tirk di êrîşê da israr dikin.

Erdogan ewê here Îranê ji bo êrîşê belkî îqna bike.
Ji bo êrîşê li ber Pûtîn digerin.

Ev gur û faşîstên har, devbixwîn bela xwe ji me venakin, dixwazin Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bikin, hedefa wan ew e

Dûra jî ewê bela xwe di kurdên başûr bidin.

Hetanî tirk li dinyayê hebin ji kurdan ra li tu derê rehetî tune ye. Li Swêd jî destên xwe kirine gewriya me.

Gerek Kurdistan çê bibe, em bibin xwedî dewlet ji bo ku em kanibin xwe biparêzin. Ji bo ku teseliya wan bikeve, hêvîya wan a çênebûna Kurdistanê nemîne.

Ancax  avabûna Kurdistanê kane bela tirkan ji me veke, bêyî wiya xelasiya me ji destê tirkan tune, em herin Fîzanê jî ewê bidin dû me.

Çimkî hebûna kurdan, navê kurd ji sedî 99ê tirkan nerehet dike, wan bêhuzûr dike, xewê li wan diherimîne.

Dema tirk navê kurd, Kurdistanê dibihîzin bi cuzbê dikevin, kef û kopik bi devên wan dikeve, har dibin.

Beşê Kurdistanê yê herî mezin li xwe helandine, 20-30 milyon kurd asîmîle kirine, kirine tirk lê dîsa jî bela xwe ji kurdên din venakin, dibêjin li tu derê gerek kurd nemînin, gerek li tu derê kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe.

Ji bo ku tu carî û li tu derê Kurdistan çê nebe dibê em kurdan wek mile tji ortê rakin, wek ferd li dinyayê belav bikin ji bo bihelin û miletê kurd nemîne. Hedefa wan, pilana wan ev e.

Lema jî hukûmeta AKPê, dewlet û MITê tirk, siyasetmedarên wan wek segên narkotîkayê wer li dû me ne, wer şopa me digerînin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE