Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-07-06
Em saet di 11.00a da çûn girava Faglaro(Fåglarö) havîngeha
min kirê kiriye. Emê bi zarokan ra hefteyekê lê bimînin. Êdî em jî di tahtîlan
da havîngehan kirê dikin.
Min kilîta malê da Mistefa ewê carnan serîkî bide malê û gulên me av bide.
Mûrad Ciwan û zarokên xwe jî ewê dûra werin du sê rojan li ba bimînin.
XXX
1986-07-06
Civîna Redaksîyona Berbangê çê bû. Min herdu nivîsên xwe jî
teslîm kirin. Mueyid Teyib nivîsên girtibû ser xwe yek jî neanî. Got min pê ra
negîhand, hin karên min hebû.
XXX
1988-07-06
Îro jî ji mesela Seîd Aydogmuş tiştek derneket. Ez bawer dikim li hev nakin û
çend kesên din jî ewê bi wî ra ji partiyê veqetin. Îşê me ne baş e.
Min çû afîşên TEVGERÊ ji Komkarê girt.
Zarokan rismê min û Serhat kişandin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar