Luqman Gulduvê, di malpera Diyarnameyê” da li ser şairê bi nav û deng, îdolê keç û xortan Qedrî Can, malbata wî, zarokên wî nivîseke pir balkêş nivîsîye; bi lawê Qedrî Can, Mizgîn Can ra hevpeyvîneke balkêş kiriye.
Luqman Gulduvê li Almanyayê bi lawê Qedrî Can, Mizgîn Can ra li ser bavê wî
sohbeteke muhîm kiriye.
Mizgîn Can gotiye ew bi kurdî baş nizane, çimkî bavê wî bi wan ra bi tirkî
dipeyivî, zimanê wan tirkî bûye û li dibistanê jî erebî fêr bûye. Lema jî xwestiye
sohbet bi almanî be. Luqman Gulduvê jî pirsên xwe bi almanî jê kirine.
Lê wer xuya dike kurdên di Şerê Cîhanê yê Yekê da ji ber kemalîstan reviyan binxetê gelekên wan dev ji tirkî bernedane, li rojava û Sûriyê jî di malên xwe da bi tirkî peyivîne.
Mala Qedrî Cemîl Paşa û Bedirxaniyan jî di nav da bi zarokên xwe ra
bi tirkî peyivîne.
Jixwe wek ya Qedrî Can xanimên gelekan çerkez in, lema jî bi zarokên xwe ra bi
tirkî peyivîne. Dûra ezê vegerim ser vê meselê.
Lawê Qedrî Can, Mizgîn Can dibêje zimanê wan ê malê tirkî
bûye, Qedrî Can bi wan ra ne bi kurmancî, bi tirkî peyivîye.
Luqman Gulduvê ev mesele ji Mizgîn Can pirsiye, Mizgîn wiha bersîv daye:
“Ez pir kêm hînî kurdî bûm. Bi ya min ev gunehê bavê min bû. Wî em hînî kurdî
nekirin. Wî timî digot, 'ezê we bişînim El-Cezîrê, li wir kurd hene, hûn
dikarin li wir hîn bibin.”
Lê ev yek di gotinê da maye, Qedrî Cana hetanî roja wefata xwe jî (1972)zarokên
xwe neşandine Kurdistanê, yanî neçûne bajarê Qedrî Can, herêma Kurdistanê nedîtine.
Dema Qedrî Can wefat kiriye lawê wî Mizgîn 28 salî bûye. Du law û keçeka Qedrî
Can hene, lawek miriye, Mizgîn û xweşka wî Şîrîn sax in.
Yekî wek Qedrî Can çima wiha kiriye meriv fêm nake.
Xanima Qedrî Can çerkez bûye, bêguman tesîra wê pir bûye. Lê
dîsa jî dibê ew bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyiviya...
Mizgîn Can dibêje dema ew û zarokên Mîr. Celadet dihatin ba hev, ew tirkî bi hev
ra dipeyivîn.
Li Kurdistana Rojava, li herêma Cizîrê çerkez pir bûne. Bi qasî min fêm kiriye
ji eşraf û malmezinên kurdan gelek kes bi keçên çerkez, çeçen, gurcî ra zewicî
ne.
Xanima Memduh Selîm jî çerkez e, ya Îhsan Nûrî Paşa gurcî ye. Ya Qedrî Can
çerkez e.
Bi taybetî jî zewaca bi keçên çerkez ra di nava kurdên rojava da wê demê di
rewacê da bû, bi baweriya min nuha jî were ye. Mesela zewaca bi ereban ra di
nav kurdan da pir kêm e, lê bi çerkezan ra zêde ye.
Hin îstîsna ne tê da lê kurdên bi jinên tirk, çerkez, çeçen û gurcî ra zewicîne
zarokên wan kurdî fêr nebûne û xwe nêzî tevgerên kurdan jî nekirine.
Meriv vê rastiyê nuha jî dibîne. Kurdên dayikên wan, bavên wan tirk in û bi kurdî
nizanin, nayên nava kurdan, xwe ji kurdan dûr digrin.
Min ev yek di salên 1970-1980î da fêm kir û lema jî tim li dijî zewaca bi
xerîban ra bûm.
Siyasetmedarên kurd, serokên kurd dibê bi tirkan ra nezewicin û heger bi
xerîban ra zewicîn jî dibê bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin. Zarok kanin
du, sê zimanan bi hev ra fêr bibin.
Serokê, siyasetmedarê bi kurdî nizanibe dibê nebe berpirsiyarên kurdan. Gerek
kurd kesên kurdî nizanin nekin serok û berdekên xwe.
Trajediya Qadrî Can û bi
sedan ên wek wî li ber çava ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar