07 juli 2022

Çend rêz ji bîranînên min -172-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1986-07-07
Îzna min qediya, min îro dest bi kar kir. Kalê ez diçûm malê, min alîkariya wî dikir, mala wî paqij dikir, jê ra alvêr dikir gotiye ez peya naxwazim, bira pîrekek were. Vê yekî gelkî bîna min teng kir.
Ez bawer dikim ji bo ku ez kurd im naxwaze ez herim. Ev cara pêşî ye ez fikirîm kar berdim.

Piştî kuştina Olof Palme rewşa me kurdan pir xera bûye, swêdî dema dibihîzin meriv kurd e, gewzê wan diguhere, murûzê wan hinekî tirş û tahl dibe.

Di medyayê da her roj qala ”şopa kurd” tê kirin, hin pûlis(bi taybetî jî amîrê emniyetê Hans Holmêr) ji PKKê şikê dikin, dibêjin tiliya PKKê di kuştina Olof Palme da heye.

Nivîsên li ser PKKê û kuştina Palme tesîreke nebaş li swêdiyan dike. Lema jî ez difikirm dev ji vî karî berdim û karekî din bibînim.

XXX
1987-07-07


Li gundekî Mêrdînê 25 gundî hatine kuştin. Dibêjin piranî pîrek û zarok in. Dewlet dibêje PKK ye. Ez bawer nakim ew bin, lê ketiye hustutê wan. Dewlet kane çeteyên xwe wek gerîlla nîşan bide. Yanî her tişt mimkûn e. Heger PKK be wahşeteke mezin e.
Telewîzyona Swêd nîşan da. Lawikê me Azad ji min pirsî:
-Kî ne yên hatine kuştin?
Min got:
-Kurd in.
Kê ew kuştine?
Min got:
- Dibêjin apocî ne, ye lê ez bawer nakim.
Got: 
Ma apocî jî ne kurd in?
Min got:
-Erê kurd lê di nabanê wan û hin kurdan da şer heye.
Lawik şaş ma, got ez fahm nakim, ez fahm akim, kurd çima kurdan dikujin?

XXX
1988-07-07

Ez Mumtaz(Nîmet Aydin)FAris Medenî Marsîl, Wehbî Aydin û Nafî Çilgin me çû li Tenstayê afîşên TEVGERê li dîwaran xist. Vê carê em bi roj çûn.
Heyşt (8) partî û hêz di nav TEVGERê(Tevgera Rizgariya Kurdistanê)da hene.

KUK-Se: Rizgarîxwazên yên Netewî yên Kurdistan Baskê Sosyalîst
Parhêz : Partiya Hêza Welatparêz a Kurdistanê
Ala Rizgarî
PDK RN: Partiya Demokratî Kurdistan Rêxistina Netewî
PPKK: Partiya Pêşeng a Karkirê Kurdistan
PSKT: Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê
ŞK: Şoreşgerên Kurdistan
YSK: Yekîtiya Sosyalîst a Kurdistan

XXX
1996-07-07

Em bi zarokana ra çûn Skansenê(Bexçê heywanet). Şansê me hebû, hewa jî ne xerab bû, zarokan ji xwe ra kêf kirin. Roje şewqê xwe avêt bexçê werşek(lo-jour), cinsekî pisikê ye lê ji şêr biçûktir e. Min çû karkirekî wan dît û mesele jê ra got. Mala camêr ava be çû şewqe anî.

Piştî em ji bexçe begerin, danê êvarî Serhat li mitpaxê sehan(çênîk)bi ser nigê xwe da xist. Tiliya wî ya girikê bû kerikonê reş. Jixwe berê yekî ruhdimse, piştî birînê te bi carê da des tji ber xwe berda, wer digrî û nûze nûza wî ye.

Lê bi rastî jî tiliya wî pir êşiya ye, ez bawer dikim nenûka wî ewê bikeve.

Ez kitêbeke bi navê ”Gavur mahallesî/Taxa gawira” dixwînim . Nivîskar êrmenî ye, navê wî Migirdiç Margosyan e. Bîranînên xwe yên zaroktiyê di forma çîrokan da nivîsîye.
Çîrok giş li ser Diyarbekrê ne. Ew jî ji wir e. Min ji çîrokeka ”Tumasin kizi/Keça Tumas” pir hez kir. Sibe ezê dest bi wergera wê bikim

Ez sibe dest bi kar bikim

 XXX
1999-07-07

Seet yanzde û nîvê(23.30)şevê ye, min wergera romana Susanna Tamaro qedand, min nuxta dawî danî û got şikir, ev jî qediya. A vê gavê kêfa min gelkî li cî ye.

Navê romanê bi swêdî ”Gå ditt hjärtat leder dig” e, lê min motemot wernegerand, wek: “Bide dû dilê xwe” wergerand.

Bi îtalî navê wê çawa ye ez nizanim. Lê ez bawer dikim “Bide dû dilê xwe” hîn xweştir e.

Ezê sibe telefonî Firat Ceweri bikim, ji bo ku teslîmî wî bikim.

Jinek li bexçê xwe gul û çîçekên xwe av dide. Payiz e û zane mirina wê nêzîk e.

“Bide dû dilê xwe”
romanke wek notên rojane ye, ji neviya xwe ra(keça keça xwe ra) nivîsîye. Jê ra qala jiyan û serpêhatiyên xwe û keça xwe dike. Çîrokeka li ser evînê, êşê, zor û zahmetiyên jiyana sê nifşa ye.

Roman li Îtaliyayê di sala 1997a da derket û olaneke pir mezin da û wek romana jinan û ya herî baş hat bi navkirin.

Dema tercumeyî swêdî bû, li Swêd jî pir deng da, pir hat ecibandin. Jixwe lema min wergerand.
Hêvî dikim xwendevanên kurmancî jê hez bikin.

XXX
2018-07-07

Berfîn Dîcle xanimê di malpera xwe ya Facebookê da henê xwe bi min kiriye, bêyî navê min bide gotiye wek şîrketa reqlamê reqlama xwe dikim.
Ez matmayî mam, min tiştekî wiha jê hêvî nedikir. Min jê ra got min tiştekî wiha ji te nedipa. Di bersîva xwe da dibêje ez ji te hez dikim filan bîvan.

”Ne hewce ye tu tiştekî bibêjî Dîcle xanim, tiştê te yê bigota te gotiye, te ez kirime şîrketa reqlamê... Heger tu ji parvekirinên min pir aciz î ji hevaltiya min derkeve. Ne hewce ye tu tinzazê xwe bi min bikî... Spas û bi xatirê

Tu rast nabêjî, min gotibû ”Heger tu ji parvekirinên min pir aciz î ji hevaltiya min derkeve.”
Ne ku min ji hevaltiya xwe derxe. Maneya xwe tu ji hevaltiya min aciz î.
Berfîn xanim, tu çawa dixwazî wer bike, tu dixwazî bibe hevala min, tu dixwazî nebe.
Tu bi qîma xwe yî. Lê dostiya me ya berê êdî ne mimkûn e. Berê min ji te pir hez dikir û min tu yeka pir sergiran texmîn dirkir.
Min qet bawer nedikir tu yê rojekê bela sûc û bela sebeb tinazê xwe bi min bikî, ji min ra bibêjî:
” Camêr dişibe reklam şîrketî yahû!
Hefteyek berê destpêdike, dibêje:Flankes wêneyê min û Xanim bi hevre kişandiye. Ew ê di demekî nêzde, wan wêneyan ji min re bişîne, ez ê li ser rûpela xwe biweşînim.”
Halbû her cara min risim belav dikir te tim dieciband û te ji bo risman gotoinên pir xweş digoton.
Wer xuya ye hemû vir bûn, di şirove û ecizandinên xwe da tu ne samîbî bû…
Heger ne tu bûya minê bersîveke giran bida xwediya van gotinên çort, lê min nexwest gotineke tahl ji te ra bibêjim.
Bes hezkirina min êdî bi paş da nayê, te şûşa dilê min şikand û ew şûşe hew dicebire…
Û ne hewceye em zêde dirêj bikin…

XXX
2018-07-22

”ê ma hun nizanin ku ez ji we jî ji nivîsên we jî hiz dikim

Dibe ku hemê nivisên we bi qîma min bin lê ez bi xwendina wan nivîsan kêfxweş dibim.”


XXX
2020-07-09

Ji M. Kurdil ra
Mala te ava ji bo bersîvê. Gelkî kêfxweş bûm. Serpêhatî û çîroka Hedika Qaso dibê kurmancî were nivîsîn, ne bi tirkî. Kurmanciya te pir baş e dibê tu rojekê berî rojekê bi kurmancî binivîse. Piştî te nivîsî ji min ra bişîne ezê ji te ra zimanê wê rast bikim. Ev agahiya te pir xweş e, viya têxe binê kilamê. Min di Facebookê da tevayiya kilamê belav kiriye. Vê şiroveya xwe li wir jî belav bike.

9 juli 2020 8:50 fm

Min di bloga xwe "Hindik-Rindik" da jî belav kir. Tu kanî li wir jî şirove bikî. Ezê dû ra têxim binê nivîsê. Bira wek belge bimîne. Bira xelk vê temiya Hedê xanim bizanibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar