07 juli 2022

Tu tû kî jor simêl e, tû kî jêr rî ye...

Li ser perîşaniya me, bêxîretiya me ya li dijî asîmîlasyonê gava meriv rastiyê dibêje moralê însanan xera dibe, hin kes xwe aciz dikin, murûzên xwe tahl dikin, dibêjin na lo, rewş hewqasî jî ne xerab e, tu zêde pesîmîst î, hewqasî bêhêvî mebe. Ewê baş bibe.

Yanî meriv baweriya xwe, ya dilê xwe dibêje derdek e, nebêje derdeke.

Lê bêdengmayin jî asîmîlasyonê nesekinîne, rewşa me ya kambax baş nake. Tîr dikim Elo naxwe, rohn dikim Welo naxwe…
Tu tû kî jor simêl e, tû jêr rî ye, xweziya meriv di devê meriv da dimîne.

 XXX

Kurdê herî cahil, herî nezan, herî xayin jî êdî fêm kiriye Erdogan û Bahçelî dixwazin Kurdistana Rojava ji kurdan paqij bikin.

Erdogan tu carî vê hedefa xwe venaşêre.

Heger Amerîka û dinya dengê xwe neke Tirkiye sibe ewê Kurdistana Rojava bike Ûkrayna. Tirkiyê ji bo qirkirineke mezin haziriya xwe kiriye, li bende fersenda xwe ye.

Kurdên hîn jî hevalên Erdogan û AKPê ne û dengên xwe nakin ew jî şirîkê vê haziriya jenosîda miletê kurd in.

XXX

Xwînxwar û bêbavên tirk haziriya êrîşeke mezin dikin. Ez ditirsim Amerîka û Rûsya wan nesekinînin. Ewê sînorên xwe biceribînin, hela kanin heta ku derê herin?

Belayek mezin di me geriya ye. Emê çawa ji vê bela xelas bibin ez nizanim. Zor tunebe, tirs tunebe tirk nasekinin. Hedefa wan Kurdistana Rojava dagir bikin, kurdan bi tevayî bi çolan xin. Ev jenosîd e, lê dinya lê temaşe dike. Tu ferqa van êrîşên Tirkiyê ji jenosîda êrmenan tune ye. Miletekî bi darê zorê ji welatê wan derdixin û hinekên din di welatê wan da, di gund û bajarên wan da, di malên wan da bi cî dikin.

Ma jenosîdeke ji viya xerabtir heye?

Deng ji Neteweyên Yekbûyî dernayê, çimkî yên tên kuştin û koçberkirin kurd in.

 

XXX

Dema tirkî têkeve gundan jî mesela kurdan diqede. Li gelek herêman zimanê zarokên gundan bûye tirkî.

Dema zarok tirkî bi hev ra bipeyivin merhela dawî ye, kurd êdî wek milet asîmîle bûne.

Kurd wek milet, bi piranî ne li dijî asîmîlasyonê û tirkbûnê ne. Lema tirkî hewqasî zû belav dibe.

 

XXX

Weleh baranê baş bela xwe di Stockholmê da ye. Li her dera Stockholmê bi vê xumexumê dibare ya na ez nizanim, li herêma me dîsa ezman qelişîye, sekin lê tuneye.

Erd di ber çû, erdê feqîr ewê çawa hewqas baran daqultîne ez nizanim.

Lê çiqas dibare jî lehî ranabe, mal û bajar di bin avê da namînin.

Geh roj derdikve, geh dibe xumîna baranê.

Swêd kêf kiriye, ewr û barana Kurdistanê jî hatiye vira.
2022-07-06

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE