Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-07-08
Îro neçûm kar, min xwe nexweş nivîsand. Me li mala
Mûrad(Mûrad Ciwan)civîna redaksîyona Armancê çêkir.
Him kar, him xebatên wiha
bi hev ra zor e. Du zebeş di bin çengekî da nabe, lê em ji mecbûrî dikin.
Dengê
defê ji dûrve xweş tê.
XXX
1988-07-08
Ji komelê bi Mûrad Ciwan ra çûm mala wan. Moralê wî ji çend roj berê baştir bû.
Salim(Salim Çelîker)telefon kir, got Seîd Aydogmuş dibêje ”dest dane ser meaşê
min.”
Mûrad jê ra gotiye tiştekî wiha tune ye.
Mûrad ji min ra got ”ew dilreş e, dibêje belkî her kes mîna wî ye.”
Seîd li komela me wek karkir hatiye nîşandan.
XXX
1997-07-08
Îro pişt ket ber min, nikanim xwe blivînim. Bîna min diçike.
Fena boçikî bûme.
Di dêlî xwe nexweş binivîsînim min îzin girt. Hewcedariya min
ji pera ra heye.
Çavê tunebûnê kor be, dema meriv feqîr be meriv nexweş be
jî nikane bibêje ez nexweş im, ya diçe dixebite, ya jî îzna xwe bi kar tîne.
Yê nizanibe ewê bibêje li Ewrûpayê em bi pera dilîzin.
Pişta min derb xwariye, çaxa şaş xwar dibim ya jî tiştekî giran radikim pişt
dikve ber min.
XXX
2021-07-08
Ji Mehtap Îdelî ra
Merheba Mehtab xanim!
Te gotiye Celîlê Celîl nexweş e. Mamoste dostekî min ê kevn e, ez jî dixwazim
telefonî wî bikim û li hale wî bipirsim. Lê numra telefona wî li ba min tuneye.
Heger tu numra telefona wî ji min ra bişîne ezê kêfxweş bibim
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar