08 juli 2022

Hin tişt hene gerek meriv xweş nebîne !

Kurdekî bi navê Celal Îbrahîm di malpera Facebooka xwe da pir pesnê waliyê Wanê Ozan Balci daye, ji ber "xebatên wî yên hêja" ew bi asîmanan xistiye, bi dil û can ew pîroz kiriye.

Dema min nivîs xwend ez pir aciz bûm, min li binê nivîsa wî jê ra çend gotin nivîsîn û jê ra got ji ber vê şêla te, ji ber hezkirina te ya ji waliyê dewleta dagirker ez te jihevaltiya xwe derdixînim û min ew ji hevaltiya xwe derxist.

Min nivîsa wî(Celal Îbrahîm) kopî kir ji bo ku tiştekî li ser binivîsînim. Nivîs wiha ye:

”Waliyê Wanê yê ku nû hatiye tayînkirin Ozan Balcî bi qasî ku min dîtiye û xwendiye xebatên hêja dike. Ez wî pîroz dikim û berdewamiya wan dixwazim. Xwezî parêzgarên berê yên Wanê jî heman hesasiyet û hewldan nîşan bidana û ji bo gelê Wanê û Wanê tiştek bikirana, lê mixabin ev gotin zehmet e.
Hûn parêzgarên hêja, li cihên ku hûn lê hatine tayînkirin, li ser aborî, çandinî, sewalkarî û hwd. Divê hûn li ser mijarên wekî van bisekinin û hewl bidin ku çareseriyek bibînin. Ger kêmasiyek li wir hebe, divê hûn wê bikin û bi awayekî ku gel dixwaze pêşkêş bikin. Erk û reftarên mirovî yên herî girîng e ku mirov bikaribe bibe malbat û bi çûna ber lingên gel û xwarina çaya ku mirov vedixwe û xwarina ku dixwin bixwin.

Û ez dikarim bibêjim ku birêz Ozan Balcî ku nû hatiye wezîfedarkirin, bi rastî jî kêfxweş e ku serdana tevahiya Wanê dike û mazûvaniya navçeyên wê û niştecihên wê û mêvanên din dike, di derbarê pirsgirêk û kêmasiyên wan de bi cihên pêwîst re radigihîne û xebatên pêwîst dike. , û ez dikarim bibêjim ku hêviya min dîsa ji bo van heye.

Bi hêvî û bextewarî, parêzgerê rêzdar ''FEQ,YE TEYRAN'', ez kêfxweş kirim ku ew çûye mîksê, heta werzuz û qelewek xwend ha, ku gelê min kurd wî nas bike û bibîr bîne û ez dixwazim. spasiya wî bikin.”

Di binê vê nivîsa Celal Îbrahîm da min ev komentara jêr nivîsî:

 ”Ji bo ku tu pesnê dagirkerê welatê xwe didî ez te ji hevaltiya xwe derdixînim.

Kurdê ji neyarê xwe, ji dagirkerê welatê xwe hez bike bêxîret e, di cepheya dijmin da ye.

Ez bawer nakim bêyî kurdekî ferdê tu miletekî din pesnê waliyê dewleta dagirker bide.

Yekî dijmin, dagirker hatiye li bajarê te, te îdare dike tu pê naqeherî, ji bo ku zêde pê li serê te nekiriye tu wî pîroz û teqdîr dikî. Tu ji bindestiyê, ji dagirkeriyê ne aciz î.

Însan hewqasî jî ruhkole nabe !”


Lê dibê ez viya jî bibêjim, kurdên wiha difikirin pir in, kurdên ji walîyên tirk ra şelefiyên sed qatî ji viya xerabtir dikin hene û him jî bi hezaran in.

Heger civatê şelafiyên wiha qebûl nekira, pesin û şalûziyên ji dijmin ra şerm û rûreşî bidîta Celal Îbarahîm ji waliyê dewletê ra eşkere ev şelafî nedikir.

Ozan Balci tenê ne walî ye, qeyûmê dewletê yê Belediya Wanê ye jî.

Dewletê, serokê bi rayên milet bûbû reyisê Belediya Wanê ji kar girtiye, xistiye zindanê û mahmûrekî xwe wek qeyûm kiriye serokê belediyê.

Û kurdê me jî pesnê vî qeyûmê dewlwetê dide, ji ber xebatên wî yên hêja wî pîroz dike.

Di vir da sûcê civatê û kesên şiyar û welatparêz jî heye, dibê meriv li hemberî şelefiyên wiha bêdeng nemîne, şermezar bike, bibêje pesin û sena walî û qeyûmê dewletê rûreşî ye, hevalbendiya dewletê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE