Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1988-07-09
Îro min nivîsên Armancê kontrol kirin. Çaxa kontrola nivîsan diqede çiqas xweş
e, fena meriv barekî giran ji ser pişta xwe deyne.
Ez çiqasî bi dîqet qontrol
dikim jî rojname tu carî bêşaşî dernayê, dema ji çapê tê meriv şaşiyên
textîloyê dibîne.
XXX
1999-07-09
Merheba Mihemed Emîn!*
Min nuha li malpera te nêrî. Du çewtî bi ber çavên min
ketin. Jê yek Dema meriv mişk dibe ser lînka "Nûçe", cumleyek
derdikeve, dibêje "Ji dêrikê nûçeyên rojanê".
"Rojanê", ewê bibe rojane.
"di derheqê dîrok, di derheqê malpera me.. ûhwd." "der" bavîje. Çimkî "der" û "di" di eynî manê de ne.
Ferq, "di" bi kurdî ye, "der" jî bi farisî ye.
Yanî herdu jî daçek in û eynî wezîfê dibînin.
Yanî tu bibêjî di heqê dîrok..., di heqê malpera me... bes e.
Te dît meriv dibêje, di heq vî camêrî da tu çi difikire?
Ya jî filankes di heqê Kurdan da tiştê baş nafikire.
Yanî ”di” bes e. Dibê tu hemû "der"an bavêjî.
Zinarö Xamo
Stockholm
*Mihemed Emîn Ektîren
XXX
2001-07-09
Nameyek vekirî ji serokwezîrê Tirkiyê ra
Birêz Ecevît, bi qasî ku ez dibînim rewşa we ya aborî gelkî
ne xweş e. Hûn wek parsekan destên xwe li ber Banka Dinyayê û IMFê vedigirin û
dixwazin çend qurişan têxin mista we.
Lê tiştê xuyaye ewê zû bi zû û bi rehetî tiştekî nexin mista we. Çimkî hûn
gurrî bûne û bi erdê va zeliqîne.
Yanî dewleta we top avêtiye, rût bûye.
Û dinya alem jî bi vê rewşa we ya perîşan, hûn li qurişekî hesilîne dizane.
Ji ber vê yekê jî li dinyayê qirêdiya we nemaye, lema jî kes wer bi rehetî deyn
nade we.
Di vî warî da ez dixwazim ji te ra qala bûyereke qewimî bikim. Ji bo ku tu
bibînî ku Tirkiye ji derva çawa xuya ye û îtîbar û îmaja wê çuqas xera bûye.
Ev bûyer rast e, bawer bike ez gotinekê jî lê zêde nakim. Û hûn bixwe jî
dikanin bidin pirsîn.
Wê rojê hevalekî min ji min ra qal kir. Ew û xanima xwe li
Stockholmê diçin şûbeyeke NORDBANKENê û dixwazin 350 Dolarî bişinîn Diyarbekrê.
Memûreya bankê piştî ku diçe bi şefê xwe dişêwire û tê, ji hevalê min û xanima
wî ra dibêje:
"Tirkiye nuha di nav krîzeke pir mezin da ye. Ji ber vê yekê jî tu garatî
tuneye ev perê we di nav demeke maqûl da bigihîjin ciyê xwe. Em jî wek bakqe
naxwazin vê rîzîkoyê bigrin ser xwe. Loma jî li qusûra me mêze nekin, em naşînin."
Heval û xanima xwe her çiqas şaş dimînin û israr dikin jî lê pere nake, banke
dibêje, "em nikanin garantiyê bidin we", pereyê wan naşînin.
Çimkî mêrikan zanin Tirkiyê wek dewlet top avêtiye û ya din jî hemû banke di
destên çete û mafyayê da ne.
Dema li ser peran rûnin û neşînin, ma Nordbankinê çi bike? Yanî rewşa dewleta
we ya mezin(böyük Türkiye) li derva ev e.
Qirêdiya we li ba bankeyeka Swêd bi
qasî 350 Dolarî jî tune ye. Lê hûn hîn jî ji qurretî û ji hop hopa xwe nakevin.
Birêz Ecevît, dema meriv ji vir bala xwe didê, Tirkiye dişibe
keştiyek binavbûyî ya jî xaniyekî piştî zelzelê bi erdê ra tep û dûz bûye.
Tu tiştekî we yê saxlem nemaye. Dewlet bi hemû dezgeh û mueseseyên xwe va bûye
wek teşkîlateke mafya.
Meriv destê xwe davêje ku derê şebekeyek û grûbeke çeteyan ji bin dedikeve.
Mervi çiçaxê li telewîzyoneke we dinêre, meriv tenê marîfetên mafiya û çeteyan,
girtin û mahkemebûna wan dibîne. Û ya herî xerab, dewlet hîn jî ji alî van
çete, diz û qatilan ve tê îdarekirin.
Û dewletên Ewrûpa hemû jî vê yekê baş dizanin û lema jî hukûmeta we wek qûqla
dibînin, bi vî çavî li we dinêrin.
Her kes dizane ne hûn, hinên din desthilatdar in. Ew jî leşker in.
Mesela ez bi xwe di civînekê da bûm şahid, parlamenterekî Swêdî yê
Sosyaldemokrat got:
"Min ji hukûmetê ra pêşniyar kiriye
ji nuha û pêva dibê em bi berpirsiyarên hukûmeta Tirkiyê yên sivîl ra nepeyivin.
Çimkî dûra dedikeve tu tişt di destê wan da tune ye, her tişt di destê leşkeran
da ye. Di esasê xwe da li Tirkiyê leşker li ser hukum in. Loma jî ya herî rast
ewe ku meriv raste rast bi desthilatdarên rastîn ra bipeyive"
Ji ber vê yekê li derva îtîbara we, bawer bike di bin sifirê
da ye. A ev sebebên ku kes newêre deyn bide we û yên nêt dikin jî(ew jî bi xêra
Emerîka. Lê helbet Emerîka jî xêra bavê xwe nake) şertên pir giran li ser we
ferz dikin.
Hema hema nabêjin werin em li we jî siwarên. Esas tiştên bi we didin kirin ji
siwarbûnê jî xerabtir e. Çimkî ne hûn, lê Banka Dinyê, IMF û Emerîka wezîr û
birêvebirên dezgeyên we tayîn dikin. Îcar diyar e şerm û heya jî êdî bi we ra
nemaye, loma jî hûn îstîfa nakin, hûn her tiştî dadiqultînin.
Kî di dewsa we da bûya nuha ji zûda îstîfa kiribû. Lê hûn nakin. Ji ber
dijminatî, kîn û nefreta we ya li hember kurdan we xwe bi kursiyê va
zeliqandiye, hûn tehamulî her tiştî dikin.
Birêz Ecevît, bi baweriya min tenê kurd kanin bi we ra bibin
alîkar û we ji vê krîzê xelas bikin.
Wekî din xelasiya we tune ye. Hûn îro çend qurişan deyn bikin jî sibe dîsa eynî
tişt e.
Ya herî baş û rast dibê di demeke nêz da hûn herin bi serok û partiyên kurdan
ra rûnin, xwe bavêjin bextê wan û efûya xwe bi hawakî vekirî ji gelê kurd
bixwazin.
Û dûra jî bi şiklekî medenî mafên kurdan yên demokratîk û netewî qebûl û îlan
bikin.
Dema hûn vê gavê bavêjin soz, ew donzde milyar Dolarê ku hûn dixwazin ji IMFê
deyn bikin emê bidin we.
Û him jî ne bi deyn, wek hîbe. Ez vê meselê bi bi gelek kurdên din ra jî
peyivîm. Hemûyan jî pêşniyara min maqûl û baş dîtin. Lema jî ez vê nameyê ji te
ra dişînim.
Em kurd di pêşniyara xwe da gelkî cîdî ne. Nebêje perê kurdan tune ye, nikanin
vî meblaxî temîn bikin. Bawer bike ev pere ji bo me qet ne tiştek e.
Nufûsa me
bîst milyon e. Em her kurd sed Dolarî bidin emê vî pereyî temîn bikin. Hema em
milyonek kurd li dervayîKurdistanê, li Emerîka û li Ewrûpayê dijîn. Di nav van
kurdan da gelek hene kanin bi sed milyonan alîkariyê bikin.
Û ya din jî tu jî baş dizanî halê PKKê ji dewleta we gelkî xweştir e. Dema PKK
bixwaze dikane we ji vê krîzê xelas bike. Pêşniyara min ewe ku dibê di vî warî
da tu însîyatîfekê bigrî û here bi leşkeran ra bipeyive. Çimkî bêyî wan nabe.
Dibê di merîsîma xelaskirina Tirkiyê da leşker jî amede bin. Hemû serok û
mezinên kurdan amadene beşdarî merasima xelaskirina Tirkiyê bibin.
Heger te leşker jî îqna kirin,(ez bawer dikim ewê zû îqna bibin; çimkî êdî ew
jî dibînin li dawiyê hesilîne) hema bi hev ra, raste rast herin xwe bavêjin
HADEPê û Birêz Abdullah Ocalan û dest bi hevdîtinan bikin.
Netirsin û fedî jî nekin. Erê we gelek neheqî û zulm li kurdan kirye. Lê kurd
miletekî mezin û esîl in, lema jî kanin zaliman jî efû bikin. Ez gelê xwe nas
dikim. Ewê we jî efû bike.
Bi baweriya min bêyî alîkariya kurdan xelasiya Tirkiyê tune
ye. Tenê kurd kanin Tirkiyê ji vê batbûnê xelas bikin!!!
Ez li bende bersîva te me.
Gelek silav
Zinarê Xamo
2001-07-09 9/7
Min ev nivîs ji Rojevê ra şand
XXX
2011-07-09
Ji bo herdu kitêbên xwe ji nuh ve bidim çapkirin min bi riya Fûadê me ji Ahmed
Onal ra şand. Fûad got Ahmed dostê min e, ezê jê ra bibêjim, ez bawer dikim ewê
çap bike. Min kitêb şandin. Lê ez bawer nakim. Dibê meriv pera jî di ser da
bide.
Ev jî e-maila min ji Ahmed Onal ra nivîsî ye:
Birayê Ahmed merheba!
Min bi riya birayê xwe Fûad du kitêbên xwe ji te ra şandibûn. Yek pêkenîn e, yek
jî çîrokên(fabilên)zarokan e.
Ez çîrokên kitêbê hemûyan ji nuh ve dixwînim, careke din redekte dikim û di
facebookê da rojê yekê diweşînim.
Di kitêbê da 125 çîrok hene, lê min çend hebên din jî lê zêde kirine, nuha 130
hebin.
Kitêban bixwîne, heger ket serê te û te xwest wan biweşînî xeberê bide min, emê
li ser bipeyivin. Ezê li bende bersîva te bim.
Gelek silavên dostaniyê.
XXX
2013-07-09
Mala Zinar Soran ava be, ji hemû civînên Yekîtiya Nivîskaran min agahadr dike.
Piştî belavkirina Yekitiya Nivîskarên Kurd bi demekê, di
27.11.2004´n de bi însiyatîfa Munzûr Çem, Malmisanij, Nacî
Kutlay civînek bi beşdariya 32 nivîskaran hate amade kirin.
Piştî du civînên din, di 22.01.1995an de Komeleya
NIvîskarên Kurd li Swêdê bi beşdariya 20 nivîskaren Kurd hate
damezrandin.
Heta niha Komeleyê bi awakî rêkûpêk 17 Kongreyên xwe
civandine. Vê gavê 34 endamên wê hene.
Di kongreya damezrandinê, ligel Komîteya Kargêr, redaksiyona
kovara Çirayê jî hate hilbijartin. Di 22ê sibata 1995an de
kovara ÇIRAyê dest bi weşana xwe kir. ÇIRA kovareke demsalî bû û 13 hejmar
derket. Hejmara 13an di havîna 2000an de hate weşandin.
ÇIRA bi sê zaravayê kurdî; kurmancî, soranî û kirdkî
(zazakî) dihate weşandin.
Teva ku ji beşê din yên Kurdistanê endamên komeleyê hebûn
jî, piraniya endamên Komeleyê ji Bakurê Kurdistanê ne.
Komele xebata xwe li gor destûra Komeleyê li ser ziman,
çand, edebiyat, dîrok û kultura kurdî dimeşîne.
Serokên Komeleyê:
1) Malmisanij
2) Mehmed Dehsiwar
3) Haluk Özturk
4) Silêman Demir
5) Zinar Soran
6) Paşa Birodirêj
7) Zinarê Xamo
Birayê Zinar êvara te bixêr,
Ez bi kurtayî agahdariyên ku li ser Komeleyê ji te re dişînim.
Bi silavên biratî
Zinar Soran
YEKITIYA NIVÎSKARÊN KURD li SWÊDÊ
Di 30 nisana 1989an de bi insiyatifa Malmisanij, Cemşîd
Heyderî, Hemê saîd, Muhemmed Muhtedî, Mustefa Duzgun, Şergo Bêkes, Xebat Arif û
bi beşdariya 26 nivîskarên kurd ku ji her çar perçîeyên Kurdistanê
hate damezrendi.
Li derdora 30 endamên KYNK hebûn ji her şar perîeyên
Kurdistanê.
Yekitiya Nivîskaran pêşî hejmarek kovara bi navê NÛSER weşandin.
Dûre dest bi weşandina kovara WANê kiri. 10 hejmarên vê kovarê hate
weşandin.
Di nav pêvajoyê de xebata Yekitiya Nivîskaran hejar bû û di sala 1994an de hate belav kirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar