09 juli 2022

Peymana nabêna Swêd û Tirkiyê hat protestokirin

 

Îro saet di 13.30î da li Stockholmê li dijî peymana Swêd û Fînladê bi Tirkiyê ra îmze kirine meşeke protestoyê hebû. Ez çûm tevî meşê bûm, em ji herêma Norra Bantorgetê hetanî ber meclîsê meşiyan. Meş qelebalix bû, tiştê baş swêdî pir bûn.

Parlamenterê Partiya Çep Alî Espatî(faris e)axaftineke pir mikemel kir, min jê ra baş li çepika xist. Çimkî camêr bi wê axaftina xwe ya ji dil çepik heq kiribû.

Meş têra xwe qelebalix bû, ez dibêjim belkî li dora 1000 kesî hebû.

Tiştê herî bêtir bala min kişand pirbûna swêdîyan bû; kal, pîr û xortên Swêdî pir bûn, gelekên wan alên PYDê, YPGê, YPJê, PKKê dabûn destên xwe.

Heta hûn bixwazin alên partiyan pir bûn. Rismên Evdila Oclan jî pir bûn.

Tiştê tunebû tenê  ALA KURDISTANê bû.

Kesên protesto hazir kiribûn bi sedan alên PKKê û PYDê anîbûnn, lê Aleka Kurdistanê neanîbûn, giş alên PKKê, PYDê, YPGê û YPJê bûn. 
Çi eybeke mezin e, ezê careke din neçim meşên wan, ev cara dawî bû.

Gava min dît aleka Kurdistanê tune ye, min biryar da ji meşê derkevim, hetanî ber meclîsê nemeşim.



Min cara dawî çavên xwe li al û filamayên di destên milet da gerand, di dawiya meşê da Ala Kurdistanê bi ber çavê min ket.

Ez berbî alê çûm. Xanimeke ji Kurdistana Rojhilat, ji Urmiyê bû, Ala Kurdistanê di dest da bû. Got me ji mal bi xwe ra aniye. Ji bajarekî din hatibûn, min navê bajêr ji bîr kir.

Ji ber ku di meşê da Ala Kurdî tunebû wek min ew jî pir aciz bûn.

Min û xanimê bi dor Ala xwe hetanî ber meclîsê li ba kir. Ez rastî vê malbata ji Urmiyê nehatama ezê ji meşê derketama, lê ji ber ku min al peyda kir ez hetanî dawiyê meşiyam.

Lê careke din ezê beçim meş û protesyoyên PKKê û YPGê. Kesên Ala Kurdistanê hilnedin ez pê ra nameşim.

Ez ne li dijî ala PKKê, PYDê, YPGê û YPJê me, bira alên xwe hildin, ev heqê wan e.

Lê di meşeke wiha da dibê bi dehan Alên Kurdistanê hebûna, heta dibê Ala Kurdistanê li pêş bûya.

Lê çi heyf PKKê û partiyên din yek Ala Kurdistanê jî neanîbûn.

Madem ew di meşên xwe da Ala Kurdistanê hilndan ji îro û pêda ezê jî hew herim meş û civînên wan.

Di vê hilbijartinê da raya min ji Partiya Çep(V)ra ye. Dibê kurd di vê hilbijartinê da rayên xwe bêyî Partiya Çep(V)nedin tu partiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE