Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-07-10
Mûrad Ciwan û xanima xwe û zarokên xwe hatin havîngehê ba me. Ewê sê rojan li
ba me bimînin.
Ez û Mûrad emê roja îniyê(12/7) herin Stockholmê, karekî me heye. Zarok ewê
roja şemiyê danê êvarî werin.
Me heftakê kêf kir. Zarokan bi hev ra lîstin, ketin avê. Hewa pir xweş bû. Ez
jî çend caran ketim avê. Ez ajnê nizanim, li ciyên ne kûr min xwe di bin avê ve
dikir. Xanimê jî nigên xwe dixist avê.
Lê tiştê herî xweş, min Azadê me fêr ajotina pisiklêtê kir. Çend pisiklêtên malikê yên çûk û mezin hebûn, min Azad fêr kir, Rûken fêr nebû, min pir li ber da lê fêr nebû.
XXX
1988-07-10
Ez îşev li mala Faris Medenî Marsîl ma. Yilmaz(Selîm Bakac), Wehbî Aydin û
Mumtaz(Nîmet Aydin)jî li wir bûn, ew jî şevder man.
Sibê dema em rabûm min rewşa Seîd Aydogmuş ji wan ra got. Haya Mumtaz berê jî
ji rewşa Seîd hebû, lema jî min zanîbû ew di heqê Seîd da çi difikire. Wî digot
Seîd dihere bira here, dibê meriv tawîzê nedê.
Faris berê moralê wî xera bû, lê piştî em hinekî peyivîn bi baweriya min
dudiliya wî nema, Seîd here jî Farisê dev ji partiyê bernede, ewê xebata xwe
bidomîne. Ev ji bo partiyê baş e.
XXX
1996-07-10
Ez çûm ser tuxtorê çava(ortoptîst). Çavê min miayene kir. Ewê berçavkeka nuh,
yeka bi prîzma bidin min.
Min dest bi wergera ”Keça
Tûmas” kir. Gerek min donepêr dest pê kiribaya lê min pê ra negîhand.
Wergera peragrafa pêşî ne bi dilê min bû, lema ez dîsa lê vegeriyam. Gava ez jê
ne razî bim, gava ne bi dilê min be, xwendevan ewê çawa jê hez bikin?
XXX
1999-07-10
(Mehemt Kaya) ew anîn parka aşê Gullmarsplan, em bîstekê
bi hev ra rûniştin û dûre jî me çû bi hev ra tiştek kir ber dilê xwe..
Seet li dora yanzda, bi otobozê hereket kirin Osloyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar