10 juli 2022

Eydiyên dînî û wezîfeyên ewladan

Tiştê eydiyên(cejnên)dînî dike eydî û ji cejnên netewî û yên din cuda dike adet û rîtualên bi wan ve hatine girêdan in. Du aliyên eydiyên dîne hene, yek aliyê dînî ye, yek jî aliyê sosyal, kulturî ye.

Ez aliyê dînî yên eydiya remezanê û qurbanê didim aliyekî, dixwazim li ser aliyê wan ê sosyal, kulturî çend gotinan bibêjim.

Eydiya Remezanê jî, Eydiya Qurbanê jî di jiyana kurdên misilman da muhîm in û bûne sebebên bicîbûna gelek edad û rîtualên dînî û sosyal.

Çaxa dê û bavê min ên rametî sax bûn her eydiyê min telefonî wan dikir, min eydiya wan pîroz dikir.

Ev adeteke me kurda ye, zarok rojên eydiyan diçin eydiyên dê û bavên xwe dikin, destên wan radimîsin. Mezin pere û şekir didin zarokan.

Heger meriv ne nêzî dê û bavê xwe, li dereke dûr be, telefonî wan dike.
Li gorî vê adetê min jî her eydî telefonî dê û bavê xwe dikir, eydiya wan pîroz dikir û bi diya xwe ra dûr û dirêj dipeyivîm. Me sohbeteke dirêj dikir. Zarok jî bi wan ra dipeyivîn.

Diya min ji min pir hez dikir, belkî jî ji ber ku ez nuxuriyê bûm lema, ji bo min pir dua dikir, duayên min cara nebihîstibûn dikir. Xwezî min ew nivîsandibûna. Diya min kûpa zanînê bû, pir zane û bi kultur bû.

Lê dewran guherî, dê û bavê min herdu jî çûn rahmetê. Lema jî kesê êdî ez telefonî wan bikim û eydiya wan pîroz bikim li heyatê nema. Ev adet ji bo min dawî lê hat.

Bi mirina dê û bavê min ra rîtual û pîrozbahiyên eydiyan ji bo min qediya, nuha jî dema çûna ser gorrên wan dest pê kiriye. Wek ewladê wan dibê ez rojên eydiyan herim ser gorrên wan, baqek gul deynim ser gorên wan. Dibê êdî ez vê wezîfeya xwe bi cî bînim.

Lê çi heyf viya jî ez nikanim, ez ji gorrên wan gelkî dûr im û nikanim herim.

Lê wek mezinê malê êdî ez ketime dewsa dê û bavê xwe, êdî xweh û birayên min telefonî min dikin, êdî ew eydiya min û xanimê û zaroakn pîroz dikin.

Dunya bi dor e. Rojekê ewê dawî li vê jî were, wek dê û bavê xwe ez jî xatir ji xweh û birayên xwe bixwazim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE