Ka werin em Salih Begê Hênî hinekî nas bikin.
Salih Begê Hênî di sala 1868/1869a da li Hênê hatiye dinê û di 29ê hezîrana 1925a da ew û 46 kesên din bi Şêx Seîd ra hatin îdamkirin.
Salih Begê Hênî, şair, merivekî minewer û alimekî zana bûye, bi 6-7 zimanan zanîbûye.
Hakim ji Salih Begê Hênî yê bi Şêx Seîdê gorbihişt ra hat
îdamkirin pirsiye:
-Tahsîla te çi ye?
Salih Beg:
-Min tahsîla ilmê erebî û dînî temam kir, hin ilmên fen jî min bi xwe xwend. (Ulum-u Arabiye, ulum-u dînîye-i aliye ikmal-i tahsil kir, hin ilmên funûn (fen)bi xwe xwend.)
Hakim:
-Tu bi kîjan zimanan zanî
Salih Beg:
-Tirkî, erebî, farisî, kurmancî, zazakî, hinekî jî fransî zanim.
Hakim
-Tu bi fransizî jî zanî? Te kitêbek jî bi fransizî amade kiriye.
Salih Beg:
-Min tercume nekir, tercumeya Gulistanê bi fransizî hebû, min ew bi dest xist.
Hakim:
-Tu bi îngilîzî jî zanî?
Salih Beg:
- Ez îngilîzî ji mamosteyekî xwe yê êrmenî hinekî fêr bûm, lê nikanim bipeyivim.
Hakim:
-Evê bi şaşik esas bi êrmenkî jî zane. Bi qasî ku esere Sadî ya mezin Gulistanê ji fransizî bixwîne bi fransizî zane û hinekî jî bi îngilîzî zane.
Lê esas alimekî sarf û nahiva(sentaksa) erebî ye. Li ser ilmên Îslamî alim e. Ilmên fenê fêr bûye. Farisî baş zane. Ew bi xwe zazakî dipeyive, bi lehçeya kurmncî şiîra dinivîsîne.
Not: Min tirkiya vê nivîsê ji Îbrahîm Xelîl Baran girt, wergerand kurmancî.
*”Navê bavê wî Seîd Beg e. Hêj 6-7 salî ye bavê wî
wefat dike. Bapîrê wî (bavê diya wî) Şêx Ehmed wî xwedî dike, dişîne
medereseyan.
Salih Beg perwerdeya olî ya medreseyê li cem xalê xwe Şêx Merûf digire,
di demeke kurt da dibe alimekî hezkirî. Sê kurên wî çêdibin; Hesen, Seîd û Emer.
Di dema Osmanîyan de bi salan qazîtî û miftîtiya Erxenîyê, Madenê dike.
Bi damezrandina komara Tirkiyeyê ra îstîfa dike. Sedemê îstîfaya xwe wiha bilêv
dike: "Ez ji vê desthilatê ra miftîtiyê nakim. Heger bikim, dibim
gunehkar, li nik Xwedê dibim mesûl".
Sala 1909ê tevlî rêxistina Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurdî dibe.
Di weşanên vê rêxistinê da bi zaraveyê kirdkî (kirmanckî,
zazakî, dimilkî), helbest û gotaran dinivîsîne. Bi Ziya
Gökalp ra dibe heval. Gokalp wê demê xwe bi giştî ji kurdan dûr
nexistiye.
Salih Beg di Serhildana Şêx Seîd da xebatên birêxistinkirinê
dike, girîngiyê dide lojîstîk û propagandayê.
Salih Beg jî wekî Şêx Seîd bo destpêkirina serhildanê, giringiyê dide amadekarî
û perwerdeyê. Herdu jî dixwazin beriya serhildan destpê bike, amadekarî bidawî
bibin lê serhildan zû destpê dike. Bi gotineke din kurd provoke dibin, zû
dikevin şer.
Bi têkçûna serhildanê ra Salih Beg tevî hin kesên ji malbata
xwe ve bi birîndarî dîl tê girtin.
Beriya Salih Beg îdam bikin li ber çavên wî kurê wî Mehmûd Beg ku hêj zarok e,
îdam dikin. Kurê wî yê din Hesen Beg bi cezayê 15 salan cezadikin.”
*Min ev nivîs ji malpera Wîkîpedîa girt.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar