Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1987-07-11
*Ez îro bi Rezaq Feylî ra peyivîm, me li qahwexanê hinekî sohbet kir. Got em
kirinên apociyan rast nabînin û destegê nadinê. Lê wek hin hêzan em ji wan ra nabêjin ”ajan” û MIT. Em PKKê wek
hêzeke welatparêz dibînin.
*Dûra ez çûm aşxana Yilmaz(Selîm Bakac). Joce Blau, xweha wê û xanima Mehmet
Tayfûn jî hatin wir. Kemal (Wehbî Aydin) em bi hev dan naskirin.
Em bi hev ra çûn
Gamla stanê. Em bîstekê li wir gerîyan. Di vegerê da li hinda Meclîsa Swêd em
rastî Şêrko Bêkes û çend kesên din hatin. Tesadufek pir xweş bû.
XXX
1997-07-11
Emê sibe saet di 22.30î da herin Almanya ba Metînê me. Em bi trênê diherin. Min
ji keça Metîn ra cotek guharê zêr û kolyeyek kirî. Zêde ne buha ne, lê hukmê
min hew lê hat. Me ji mezinan ra tiştek nekirî. Jixwe perê me jî hindik e, 1450
DMyê me heye. Ancax têra me bike. Îmkan heba me yê hin tiştên din jî bikiriya,
çavê tunebûnê kor be. Lê ya muhîm em diherin serdana wan. Hêvî dikim keçik baş
bibe.
XXX
1988-07-11
Rojvan(Rojevan Yeşî)înformasyon da me, got Seîd Aydogmuş
çûye ba Mûrad Ciwan, gotiye dîtina min ya berê ye, tiştekî nuh ez bibêjim tune
ye.
Mûrad jî jê ra gotiye, wê çaxê tiştekî ez jî bibêjim tune ye, em zêde hevdu
nerehet nekin baştir e.
Seîd gotiye, ez dixwazim em bi hawakî medenî ji hev biqetin, were ezê dewr û
teslîm bikim. Hêvî dikim dewr û teslîmê temam bike.
XXX
2001-07-11
Merheba!
Birayê Salih(Salihê Kevirbirî), min ev nivîs çend roj berê
ji rojnameya Riya Azadî ra şand û ji wan xwest ku bersîvê bidin min. Lê heta
nuha tu bersîv nedan min. Yanî ez nizanim ewê biweşînin ya na. Loma jî ez ji we
ra dişînim. Heger hûnê biweşînin ji kerema xwe ra berîvê bidin min.
Bi silavên dostaniyê
XXX
2020-07-11
Şev baş kekê Zinar,
Gelek silav û rêz
Nedim Baran
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar