11 juli 2022

Tirkan di êrîşkariyê da kara xwe dîtine

Piştî dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Sipî û beşekî Kurdistana Federe, tirkan nuha jî hin giravên Yûnanîstanê di çav xwe ra gkirine, vê carê jî dixwazin wan giravan dagir bikin. Nêta wa new e.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di twîtteka xwe da xerîteyek belav kiriye, Girît jî di nav da çend giravên Yûnanîstanê xistiye nava sînorên "Mîsakî Miliya Tirkiyê."

Tirk her dera demekê Dewleta Osmanî dagir kiribû wek milkê xwe dibînin, lema başûr û rojavayê Kurdistanê bi tevayî wek erdê xwe qebûl dikin û dibêjin rojekê emê bigrin.

Gava tirk bigihîjin vê armanca xwe bingeha azadbûna kurdan û avabûna Kurdistanê namîne. Tirk dixwazin vê bingehê nehêlin.

Tirkan ev deh sal in dest bi siyaseteke êrîşkar û dagirker kirine. Bi dagirkirina Sûriyê, rojava û başûrê Kurdistanê tahmijîn, bûn wek gurên dev bi xwînê bibe, bala xwe didinê zor pere dike, teror, dagirkerî ji wan ra dimîne. Kes di nava çavên wan da lênaxe, kes pozê wan nefirikîne.

Lema jî êdî ne siyaseteke di halê xwe da, siyaseteke êrîşkar û mezinbûnê dimeşînin.
Çimkî ji şerxwazî û dagirkeriya xwe zirarekê jê nabînin. Belovacî wê bêtir har dibin, hêviya wan a dagirkeriyê, mezinbûnê zêde û xurt dibe…

Musebîbê vê êrîşkariya Tirkiyê NATO û Yekîtiya Ewrûpayê ye, ew dengê xwe nakin, teslîmî Tirkiyê bûne. Ji dêlî ku ew tirkan biguherînin, tirkan ew guherandin, şertên xwe, hedefên xwe bi wan dan qebûlkirin.

Tirk dixwazin hin derên berê di bin destê Dewleta Osmanî da bûn ji nuh ve dagir bikin. Vê nêta xwe jî venaşêrin, eşkere dibêjin.

Dagirkirina tevahiya rojava û başûrê Kurdistanê di serê lîsteya wan da ye, dixwazin ji Efrînê hetanî Mûsilê û Kerkûkê dagir bikin, pilana wan, haziriya wan ji bo vê ye.

Heger Amerîka, NATO, welatên ereb xwe sist bikin Tirkiye ewê êrîşê bibin ser rojavayê Kurdistanê, dûra jî ser başûrê Kuristanê. Erdogan ji bo destpêkirina vê êrîşê bênabên dixebite, dixwaze ji Amerêka û Rûsyayê, heta dereceyekê ji Îranê jî destûrê bigire. Lê destûr hîn negirtiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE