12 juli 2022

Çend rêz ji bîranînên min -177-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-07-12

Ez û Mûrad Ciwan ji tahtîlê hatin Stockholmê. Komkarê ji bo 60 saliya Serîhildana Şêx Seîd civînek çêkir. Mûrad jî ji bo axaftinê dawet kiribûn. Em bi hev ra çûn. Gelek kes hatibûn. Mûrad, Omer Şêxmûs, Şeref Yildiz, Azadê Cegerxwîn, Reşo Zîlan, Kemal Burkay peyivîn.

Civîn li ser Serîhildana Şêx Seîd bû, lê bi ya min bêyî Mûrad kesî li ser serîhildanê tiştekî cidî negot. Tiştên gotin bêtir şîret bûn, hin hedîse û îxanetên bûbûn û qala bêtifaqiyê kirin. Serîhildan bi tesadufî bû. Yanî bêtir qala tiştên tên zanîn kirin.

Mûrad xwe hinekî hazir kiribû, xwest li ser bûyerên berî serîhildanê hin tiştan bibêje, lê merivê Komkarê nehîşt, got kin bibire. Lê Xwedê heye Mûrad jî dirêj kir.

Mûrad li ser tesîra perçebûna Kurdistanê sekinî, hin numûne dan, ji zebtên axaftinên meclîsê yên berî serîhildanê yên bi dizî hin numûne dan. Parlamenterên kurd çawa li dijî dayina Mûsilê û perçebûna Kurdistanê bûne, di meclîsê da kê çi gotiye û vê yekê tesîreke çawa li kurdan kiriye.
Axaftina wî baş bû lê bi rastî jî hinekî dirêj dikir. Meriv didît nûnerên kurdan wê demê çi fikirîne, li ser perçebûna Kurdistanê çi gotine û kemalîstan çima perçebûna Kurdistanê qebûl kirine.

Axaftina Kemal Burkay jî ne baş bû. Min digot belkî axaftina wî baş be. Axaftina wî dubareya nivîsa wî ya Riya Azadî jimara 36a bû. Ew nivîsa wî bi kurdî û tirkî bû, hema hema eynî axaftin kir. Xîtabeta wî jî qet ne baş e.

XXX
1986-07-12

Çûm komelê. Min nivîsên Armancê xwendin û rast kirin. Xwezî xwendevanan bizanîbûya em vê rojnameyê bi çi halî derdixin. Yekî nizanibe ewê bibêje belkî em gişk profesyonel in.

XXX
1999-07-12

Serokê HADEPê Mûrad Bozlak û şanzde(16) hevalên wî îro hatin berdan. Xebera berdana wan CTV da. Kêfxweş bûm.
Lê hefs hîn tije kurd in. Mêrkan kînga dilê wan dixwaze bi hustukura siyasetmedarên kurdan digrin û dixin zindanê. Û dema berdidin kêfa me tê.

XXX
2022-07-12

Ji Adem Warnas ra

Silava te ser çavê min. Rast e, Elî (Alî Varol)xwarziyê min tê hesêb. Nuha ji min ra qala te kir. Bi nasîn û dostiya te ezê kêfxweş bibim. Blogeke min bi navê ”Hindik-Rindik” heye. Belkî haya te jê hebe.
Ez li Stockholmê dimînim. Ev jî lînka bloga min e....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar