12 juli 2022

Erdogan ji bo destûra êrîşa ser kurdan bigire dihere Îranê

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 19ê temûzê da diherin Tehranê.

Erdogan û Pûtîn ewê bi serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ra hin pilan û dek û dolaban li hev ragirin. Helbet madeya rojeva wan a yekê ewê li ser kurdan be.

Erdogan ji bo dagirkirina Kurdistana Rojava dixwaze ji Pûtîn û Îbrahîm Reîsê destûrê bigire. Hetanî nuha Pûtîn û Reîşsî li dijî êrîşa Tirkiyê derdikevin.
Erdogan dixwaze bi wan ra bazareke nuh bike û destûra êrîşa ser rojavayê Kurdistanê bigire.

Hêvî dikim li hev nekin, lê îhtîmala li hevkirina wan pir zêde ye. Heger ew li hev bikin, ewê Esed jî îqna bikin.

Dimîne Amerîka, înşela Bîden jî neyê kirîn. Lê bûyerên Sûriyê û tarîxa me nîşan dide pere kevir jî nerm dike, dewleta tirk nikanibin bikirin tuneye. Hêvî dikim vê carê bibe îstîsna û Bîden dev ji piştgiriya kurdan bernede û destûra êrîşa ser kurdan nede Tirkiyê.

Tirk dev ji me bernadin, dixwazin me jî wek êrmeniyan qir bikin, Kurdistanê ji kurdan paqij bikin. Hedefa wan ev e. Îcar emê çiqasî kanibin rê li ber vê pilana jenosîda me bigrin ez nizanim. Înşela em kanibin vê pilana tirkan a jenosîda me pûç bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE