12 juli 2022

Ez û nivîs

Di nivîsandina nivîsekê da ji bo min tiştê herî zor cumla pêşî ya nivîsê ye, piştî cumla pêşî min li hev ragirt nivîs êdî qediya ye, nivîs êdî diherike, gotin di serê min da xwe di ber hev ra dikin; ew dibêje min binivîsîne, ya din dibêje na ez jê xweştir im, min binivîsîne.

Yek ji wê, yek ji ya din,  ez hew dibînim nivîs tew qediya ye jî.
Gelekê caran ez bi nêta nivîsîna twîttekê li ber kompîtorê rûdinim û dest bi nivîsandinê dikim, lê hew dibînim bûye meqaleyek.

Ev nivîs wisa bû, min got ezê twîttekê binivîsînim lê wa ye ji tunebûnê bû meqaleyek.

Min kanîbû ev nivîs jî di nava çend deqeyan da bikira meqaleyeke dirêjtir, lê min nexwest zêde dirêj bikim. Çimkî tiştê min dixwest bigota min got û twîtt jî bû meqale.

Jixwe di nivîsekê da, di meqaleyekê da ya herî muhîm ne kinî û dirêjî ye, ya muhîm mesaja meriv dixwaze bide, tiştê meriv dixwaze bibêje, ew muhîêm e.

Piştî ku meriv ew got, êdî hewce nake meriv nivîsê dirêj bike.
Ez bawer dikim ev nivîs jî hetanî vira bes e, tiştê min dixwest bigota min got, dirêjkirina wê wek peyva zêde ye, xwendevan aciz dike.

XXX

Îro hewa pir xweş e, 26 derece germ e. Xanim nuh ji xew rabûye, xurîniya xwe hazir dike.

Ez saet di 07.00a da rabûm, min notên bîranînên xwe nivîsî, dûra xurîniya xwe kir.

Gîha hewşê dirêj bûbû, min çinî. Karê min qediya. Nuha di bin terasê da rûniştime difikirim îro çi binivîsînim ?

Min biryara xwe daye li ser gorrbihuştekî pir hêja bîranîneke xwe binivîsînim. Ez nuha li ser wê difikirim. Ez bawer dikim ezê îro binivîsînim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE