13 juli 2022

Çend rêz ji bîranînên min -178-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-07-13

Civîna partiyê bi tevayiya endaman ra çêbû. Li ser civîna Komîta Merkezî û Komîteya Ewrûpayê înformasyon dan me, biryarên girtibûn ji me ra gotin. Tiştekî nuh û meriv kêfxweş bike tune ye.

Ez bawer nakim li hev bikin. Seîd Aydogmuş, Gavan(Umer Tuko)û hevalên din li hev nakin, ewê ji hev biqetin.

XXX
1986-07-13

*Civîna Berbangê li Federasyonê çê bû. Di nabêna min û Bavê Nazê da minaqaşeyeke belaseb bêbû. Axirê minaqaşe zêde berfire nebû, me şîrîn qedand. Di her civînekê da problemek derdikeve.

*Îro çûm şîna Kamûran Hîdayetî. Welatperwerê hêja di 6ê mehê da wefat kir.
Rejîma meleyên xwînxwar yên Îranê bi postê bombeyek şandibûn mala wî, dema pakêtê vedike bombe diteqe, giran birîndar bûbû, herdu çavên wî kor bûbûn.


Kurdekî wek zêr bû, nasyonalîst û evîndarekî azadiya kurd û Kurdistanê bû. Kurdên Kurdistana Îranê(endamên PDKê) giş wiha ne. Pir nasyonalîst in. Kêfa min pir ji wan rat ê.


XXX
2007-07-13

Wey merheba û ji Kurdistanê heta vira ser çavan!
Gelek sipas ji bo maila te.
Xwezî ez nuha teyrek bûma û min li wê cimata we venîþta.
Çaxa tu hat carê li min bigere, ji min ra hinekî qala welêt bike.
Bimîne di xweþiyê da
Zinarê Xamo

 

XXX
2007-07-16

Merheba Zinar!

Bi rastî min jî dixwest ku tu li vir bî. Tama kêfxwesîya livirbûnê cihê ye.
Her tist heye. Tistên ku mirov pê kêfxwes dibe û tistên ku mirov pê xemgîn
dibe. Lê tistên ku mirov pê kefxwes dibe qat qat pirtir in. Îro nivîseka min
di Azadîya Welat de derket. Sibe jî dê bidome. Ez lînka besa îro ji te re
dishînim. Min di nivîsa xwe de behsa nivîsa te jî kir. Tu dizanî, Azadîa
Welat rojane derdikeve û li seranserê Tirkîyê û Kurdistanê bi wasita bayîyan
tê belavkirin.

Her sibe dema ku ez  dadikevim jêr ku ji bo tastê ji xwe re nanê germ
bikirim, ez rojnameyek kurdî (Azadîya Welat) jî dikirim û li ser tastê
dixwînim. Ma di sertên zimanê kurdî yên îro de ji vê xwestir tistek heye?

Bi silavên germ

Haydar Diljen

 

XXX
2007-07-13


Merheba Zinar,
Ez niha li Amedê me. Ez cûm Sêwreg û Elezîzê jî.
Min nivasa te ya dawî ya di malpera "Rizgarî"yê de xwend. Tam bi dilê min
bû. Bi rastî gelek kurdên ku bi salan siyaset kirine propagandaya AKPê
dikin. Hin ji wan vekirî hin jî dizî dikin.

Di 24ê hezîranê de, dema ku Erdogan hat vira, aleka tirkîyê ya 400 m.
vekir û bi hezaran li zarokan hatin belavkirin. Qey hin kurdên me alên hîn
mezintir dizwazin.
Bi silavên germ

Haydar Diljen

XXX
2009-07-13

Merhaba Mamoste,
 
hêvîdarim tu baş bî.
Car din dest xweş bo hevpeyvînê.
Dizanim dereng mam, lê hinek nexweşketim mamoste. Ev du meh bû derman dibûm. Bibore car din. Min hevpeyvîn şand bo rojnameya welat û özgür politikayê re,,wêne dixwazin. çend wêneyên te yên hinekî mezin, (lewra me hewl da ji malpera te bigrin biçuk bun) û hin wêneyên pirtukê jî..ez li bendî bersiva te me mamoste.
 
her baş û bextewar bî..
fatma savcî

XXX

Silav!
fatma xanim, gelek sipas ji bo bersäva te.
Hevpeyvînê tu dikanî bidî Welat, lê nede Ozgur Polîtîkayê. Ez nivîsên xwe nadim rojname û kovarên tirkî, kurdî-tirkî.
Risim jî ji malpera min bigre, ya jî bi googlê lê bigere, di hin malperên din da hene. Ez nizanim bişînim. Min pir li ber da lê nebû.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo 

XXX

2023-07—13
Baran merheba!

Baran, teqrîben du meh berê min nameyek ji te ra nivîsî. Te bersîv neda min. Ji ber ku hûn karekî baş dikin ez di eleyhê te û havalên ta da tiştekî negatîf nabêjim, nanivîsînim. 

Lê dibê tu bizanibî te ya jî we ez xeyalşikestî kirim. Gelek silavên dostaniyê. 

Zinarê Xamo 

2023-07-13

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar