Dixwazim bi vê nivîsê kekê Dr. Şerîf Karakoyunlu, kurdperwerê hêja di 30 saliya wefata wî da bibîr bînim.
Vê biharê birayê min Fûad hat çendakî li ba me ma. Rojekê di sohbetekê da min jê
ra qala serpêhatiyeke xwe û Dr. Şerîf Karakoyunluyê gorbihuşt kir. Serpêhatiya
min jê ra pir balkêş hat, got dibê tu vê serpêhatiya xwe binivîsînî.
Min got ezê rojekê binivîsînim, lê min ji bîr kir. Du sê roj berê min hin notên xwe yên kevn dixwend bûyer dîsa hat bîra min.
Li ser vê, min biryara xwe da tiştê di hafiza min da maye binivîsînim, ji bo ku ew çêyî û qenciya kekê Dr. Şerîf bi min kir bi min ra neçe gorrê û neyê jibîrkirin.
Bîranîna ezê nuha qal bikim min xwest di roja wefata wî da binivîsînim. Lema jî min tarîxa wefata kekê Dr. Şerîf du roj berê ji birayê Fexrî Karakoyunlu pirsî. Got, kekê min Dr. Şerîf di 2ê temûza 1992a da wefat kir.
Yanî yanzde roj berê. Xwezî zûtir bihata bîra min û min di roja wefata wî da ew yad bikira.
Lê deh roj bi derengî be jî tişt nabe, ya muhîm di vê nivîsa xwe da ez vê çêyiya wî dibêjim û wî bi hurmet bibîr tînim.
Min kekê Dr. Şerîf di sala 1977a da nas kir û em bûn dostên hev.
Sala 1977a bû, di meha hezîranê da hilbijartinên parlamentoyê hebû. Kekê Dr. Şerîf jî ji CHPê namzetê parlamentoyê bû.
Bi qasî tê bîra min ne di rêza 1ê û 2a da bû, belkî namzetê 3a, ya jî yê çara bû. Ev yek baş nayê bîra min, lê ji bo ku qezenc bikira gerek CHPê rayeke zêde bigirta.
Li Wêranşarê em ji rêza wî ne razî bûn, me dixwest ew qezenc bike. Ji bo wê jî ez jê ra pir xebitîm. Em bi hev ra gelkî geriyan. Li Wêranşarê li hinda lîseyê mitîngek çê kir, em gelek kes çûn mitînga wî.
Bi kurtî ji bo ku qezenc bike çi ji destê me hat me kir, em jê ra xebitîn, lê bi qasî di bîra min da maye dîsa jî qezenc nekir.
Lê dostiya me dom dikir, her cara ez diçûm Diyarbekrê ez diçûm miayanexaneya wî, min ew ziyaret dikir.
Ya dawiya 1977a bû, ya jî destpêka 1978a bû me li Wêranşarê li dijî emnîyetê mitîngek korsan(bêîzin)çê kir. Di tarîxê da kane şaşiya min hebe.
Mitîng ji bo çi bû nuha baş nayê bîra min. Di wan salan da me du sê mitîng çêkirin, nizanim kîjan bû. Belkî li ser girtina hin hevalan bû. Di mitîngê da ez bi kurmancî peyivîm.
Piştî mitîngê pûlisan girtin ser male me, ez ne li mal bûm, ez reviyam, ez çûm Diyarbekrê mala merivê me. Dûra çûm ba kekê Dr. Şerîf. Min mesele jê ra got. Min got heger mimkûn e, min wek nexweşekî wê rojê te ez miayene kirime nîşan bide.
Got baş e. Wek ez miayene kiribim ji min ra reçeteyeke derman jî nivîsî û ez şandim eczaxaneyeke Deriyê Çiyê, nêzî Pastexaneya Şêxmûs bû.
Bi reçeteyê ra pisûleyek jî ji xwediyê eczexaneyê ra nivîsî, got van dermanan bi tarîxeke kevn bidê. Yanî fena ku min ew derman roja mitîngê ji wê eczexanê girtibe.
Ez dûra vegerim Wêranşarê, çûm teslîm bûm û hatim tewqîfkirin.
Ez li dora 3 hefatan girtî mam û derketim mahkimê. Di mahkimê da min got wê rojê ez ne li Wêranşarê bûm, ez nexweş bûm, li Diyarbekrê bûm, çûm ser Dr. Şerîf Karakoyunlu miayene bûm û ev jî belge û reçeteya min e.
Mihemed Tuysuzê gorrbihuşt jî abûqatê min bû. Ez hatim berdan, lê mahkimê dom kir.
Pûlisek, bekçîyek û çend kesên din jî bi dizî li ser min îfade dabûn, digotin wan ez di mitîngê da dîtime, ez di mitîngê da bi kurdî peyivîme.
Mahkimê mesela miayenê û reçetê bi nivîskî ji kekê Dr. Şerîf Karakoyunlu pirsî. Dozger li belgeyên min ketibû şikê, ji şahidan bawer dikir.
Mahkimê hetanî dawiya 1979a dom dikir. Di heqê kekê Dr. Şerîf da lêkolîn dan destpêkirin, xwestine ji ber rapora sexte wî ceza bikin û tuxtoriyê jî lê qedexe bikin.
Di 19ê meha 12a ya 1979a da ez derletim dervayî welêt, heta wê çaxê jî mahkimê dom dikir, piştî Cûnta 12ê Îlonê doz çawa qediya ez nizanim.
Yanî tu nemabû ji ruyê min him têkeve hefsê, him jî tuxtoriya wî ji dest were girtin.
Her kes ji bo dostê xwe vê fedekariyê nake. Lê welatparêzê hêja Dr. Şerîf Karakoyunlu ji bo ku ez nekevim hefsê rîskeke mezin girt ser xwe, tu nema bû ew ji dêlî min va têkeve zindanê û tuxtoriyê jî lê qedexe bikin.
Di 30 saliya fefata kurdperwerê hêja Dr. Şerîf bi hezkirin û bi hurmet yad dikim. Gorra wî bihuşt be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar