Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1988-07-14
Mûrad Ciwan bi Gavan(Umer Tuko)ra peyivîye. Gavan gotiye ez
bi kesî ra jî naxebitim. Mûrad got hinekî jî xwe xeyidand, got ez naxebitim.
Mûrad zêde dirêj nekiriye, gotiye tu bi kêfa xwe yî.
Min ji Mûrad ra got, dibê hûn vê gelşê rojekê zûtir hel bikin, ji bo ku em
zanibin serê me li ser çi balgî ye.”
Min îro çû nivîsên Armancê kontrol kir. Derdê şaşiyan nayê kişandin.
XXX
1989-07-14
Xebereke reş, Dr. A. Qasimlo û du hevalên wî do(13/7) li Wîyanayê
bi destê qatilên Îranê hatine kuştin.
Min ev xebera reş ji Radyoya Merhebayê guhdarî kir. Min çer xeber guhdarî kir
ez li Mûrad Ciwan gerîyam, ne li mal bû. Xanima wî got, ”ew û Mumtaz çûne ser bîstên.”
Min texmîn nedikir di rojeke wiha da Mûrad here ser bîstanê xwe, pîvaza û tirpa
av bide.
Qatil nehatine girtin.
Heyfa Qasimlo, meleyên xwînxwar derbeke mezin li kurdan xistin. Qasimlo ji pişta miletê kurd çû. Ji mo me lîderekî mezin bû.
XXX
1996-07-14
Heyder (Heyder Diljen)ji welêt telefonî min kir. Xanimê ban min kir, heta ez
çûm, telefon hat girtin. Dûra jî telefon nekir. Belkî xet qut bû. Min
bizanîbûya li ku ye minê telefonî wî bikira û pê ra hinek sohbet bikira, rewşa
welêt û hevalan jê bipirsiya.
Lawikê me Rojen ev sê roj in nexweş e, agirê wî heye, pir jî dikuxe. Nizanim ez
bibim ser tuxtor ya ne. Heger hetanî sibe jî baş nebe ezê bibim ser tuxyor.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar