Dibêjin ewlad li dinyayê nûr e, li axîretê surûr e (dilşadî ye, kêf e).
Wele ez axîretê nizanim lê bi hatina lawikê me yê mezin Azad
ra ji do da ye mala me şêntir û xanim jî kêfxweştir bûye.
Helbet ez jî kêfxweş im, lê kêfxweşiya dayikê zêdetir e.
Şevê çûnî hetanî derengê şevê pilan û programa gerra me ya
îro çêkirin. Îro emê herin Drottnîngholmê(Qesra Qirêl a havînê). Azad demakê li
wir eskerî kir, nobetdarê ber Qesrê bû.
Bîsteke din, piştî me xurîniya xwe kir emê bibin turîst…
Lawikê me Azad ji Lundê hatiye serdana me. Ewê çend rojan li
vir be, ewê bi ereba xwe me bigerîne.
Îro ji vêsê da ye min pişta xwe rast nekiriye, min jê ra
girîlek(izgarayek) wek loqim çêkir. Zeletakî firingiya, bi ava hinara û çacixek
jî da ber. Piştî xwarinê çaya kurdî, dûra jî şîranî û mêwe dayê.
Nuha jî min qahwyek kurdî ji wî û ji xanimê ra çêkir. Xanim
nikane qahwa min çêke, lema qahwa kurdî tim ez çêdikim.
Heta Azad li vir be produktiona(hilberîna)min ewê kêm bibbe,
yanî ezê nikanibim wek berê zêde binivîsînim. Hêvî dikim tesîrê li nivîsîna
bîranînên min neke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar