Lawikê me Azad îro ez û diya xwe birin Drottnîngholmê(Qesra
Qirêl a havînê). Me berê jî dîtibû lê ne bi temamî. Îro em baş lê geriyan.
Bexçê Drottnîngholmê serîyek heye, serîyek tuneye,
meriv digere, nagere dawî nayê.
Bi gerrê me derek parkê nehîşt, hema hema em quncik bi quncik lê gerîyan. Ji Qesra Çînê bigire, hetanî bi Qesra Qirêl, çiqas xanî û qesrên di nav bexçe da hebûn, me riya xwe gişan xist, em li gişan gerîyan.
Gerra li hin qesran belaş bû, ya hinekan jî
bi pera bû, him jî buha bû. Bilêta Qesra Çînê bi 100 kr(10 euro)yî bû. Lê
hêjayî dîtinê bûn. Em him lê gerîyan, me him jî ji xwe ra fîncan û hin tiştên
din kirî.
Me li Qahwexana Çînê qahwe vexwar û bîstekê bîna xwe girt.
Dema em çûn hewa xweş bû, lê dûra, danê esir baranê dest pê kir. Geh vekir, geh
barî, şil bûn.
Em paş da vegeriyan qahwê, me li wir pa hetanî baranê vekir;
dûra me dîsa dest bi gerra xwe kir û çend risim jî girtin.
Pêşiyên xelkê li dû xwe qesir û qonxa, bax û bexçeyên
muhteşem hîştine, meriv ji sseyr û temaşa wan têr nabe.
Qesra Drottnîngholmê û bexçeyê wê derekeke turîstîk e, ji
her derê dinyayê turîst dema tên Swêd miheqeq diçin Drottnîngholmê dibînin. Me
jî îro ji mîrata pêşiyên swêdîyan hin derên xweş dîtin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar