Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-07-15
Îro di rojnama Millîyetê da bi Hemerş Reşo ra hevpeyvîneke
ne xweş, pir xerab hebû. Li gorî rojnameyê nivîsîye Hemreş tiştên pir ecêb
gotine. Mesela, heger rojnamevan derewa nake, dibêje Hemreş gotiye, ”em
dijminatiya bi tirkan ra wek dijminatiya bi însanîyetê ra dibînin.”
Teşbîheke pir ne xweş e. Yanî xwestiye bibêje ew ne dijminê dijminê tirka ye û dijminatiya bi tirkan ra jî hewqasî şaş dibîne....
Gelek tiştên din yên meriv jê napê gotiye. Li hember vê hevpeyvîna Hemreş, ez bi xwe hinekî matmayî mam. Min jê bersîvên hîn entellektuel dipa. Ji nasyonalîstekî kurd bêtir wek yekî pir dostê tirkan peyivîye, lê tirk wî şaş nas dikin, xwestiye vê fikra di heqê xwe da biguhere.
Berê jî carê di radyoya Merheba da hin tiştên ne xweş got. Di wê hevpeyvînê da jî xwest xwe wek merivekî dostê tirkan nîşan bide.
Ez Hemreş wek şexs nas nakim, min tenê hin nivîsên wî xwendine û navê wî ji hin kesan bihîstiye.
XXX
2016-07-15
Ji Osman Ozçelîk ra
Çi surprîzek xweş, wa ye dîsa tu li Fransayê ye. Ji xwe min jî xwest li bin wî
risma tarîxê binivîsim. Min îsal di roja şehadeta Dr. Qasimlo da dîsa ew risim
weşand. Tu û Seydo werin bibin mîvanê min....
Erebên faşîst dîda xwîna xelkê herikandin. Nuha Nîc digrî, li her derê şîn e.
Ereb û misilman bûne bela serê dunyayê, ewê hîn pir bikujin...
Gelek silavên biratiyê ji te û Seydo ra.
XXX
1984-07-15
Kekê Celîl, hogirê hêja!
Ji zûda ye min dixwest ji te ra binivîsînim, dîsa serê te têxim teq û reqê. Ango
cardin hin daxwazan ji te bikim. Tu zane gotinek me kurdan heye, dibêjin meriv
ji ereban ra bibêje merheba, ewê werin ser kurk û eban. Ez bawer dikim ya min
jî bû ev mesele.
Lê belê carê te gotiye merheba û ez jî hatime ser kurk eban. Û bira tu baş bizanibî
hetanî ”kurk û ebe” nerizin ez ji ser wan ranabim.
Nêta min ev e, dixwaze bixeyide, dixwaze nexeyide, tu bi kêfa xwe ye.
Nuha ez werim ser daxwazên me na. Daxwazên me ji te ev in:
1-Kitêba te ya bi navê Şêx Ubeydulahê Nehrî(rûsî)
2-Kitêba bi navê Di Dawiya Sedsala 19a û serê Sedsala 20a da Civata
Kurdan(rûsî, hîn çap nebûye).
3-Tarîxa Begên Erdelan. Îsal hatiye çapkirin.
Em dixwazin tu van kitêban rojekê berî rojekê ji me ra bişînî.
Heval dixwazin van kitêban wergerînin tirkî. Nuha merivekî nivîskar û werger ji
Tirkiyê hatiye Ewrûpayê, bi rûsî baş zane, hin wergerîn wî jî hene. Têkiliyên
hevalan pê ra heye. Heval hêvî dikin dema em hin tiştan bidinê ewê ji me ra
wergerîne. Ango ji bo wergerandina wan çi ji destê hevalan were ewê bikin, lê
dibê kitêb di destên me da bin.
Daxwazeke me a din jî, em dixwazin Tîrêjê ji nuh ve li vir derxin. Ji bona vê
yekê hin xebatên hevalan çêbûne. Em dixwazin bizanibin gelo tu yê kanibî
alîkariya me bikî, ya na?
Wek nivîsên edebî, folklorîk û hwd.
Heta daxwaza hevalan ew e ya tu, ya jî Mamoste Ordîxan nivîsekê li ser folklorê
ji me ra binivîsîne. Folklor, di nav pêvajoya dîrokê(tarîxê)da çawa derketiye
ortê?
Me hîn biryar nedaye emê kîjan mehê dest bi weşanê bikin. Lê em wer bawer in
emê bikanibin di demeke nêz da derxînin. Ewê ji sê mehan carê derkeve.
Heval dixwazin di vî warî da jî tu û mamoste Ordîxan alîkariya me bikin.
Ger wekî din jî bi kurdî, ya jî bi rûsî kitêb li ser tarîxa Kurdistanê hebin ji
me ra bişîne, emê çap bikin.
Ji te şandin, ji me jî çapkirin.
Îro li Ewrûpayê îmkan hene, dibê meriv van îmkanan baş bi kar bîne. Ez bawer
dikim ji me kurdan ra hertim wa lê nayê.
Mamosttê hêja, nivîsa te ya bi navê ”Nîveka sedsala XIX a pêşîn ji dîroka
perçekirina Kurdistanê” te ji me ra şandibû, me di Armanca jimara 52a da çap
kir.
Ez bawer dikim Armanc berî vê nemeya min ketibe destê te.
Hevalan nivîs gelkî ecibandin, destê te tu carî neqerime, tu bi hezaran nivîsên
wiha binivîsînî.
Tiştekî din jî dixwazim bibêjim. Demekê te makîneya nivîsê(daktîlo)ji me
xwestibû, min jî gotibû nuha îmkana me tuneye. Lê nuha heger hîn jî hewcedariya
te jê ra heye ji min ra binivîse, emê kanibin peyda bikin.
Em dixwazin bizanibin bira klawîya wê çawa be? Ango bira A kilawîye be, ya jî F
Kilawîye be?
Gelo kîjan kilawîye ewê ji te ra baştir be?
Herdu sûretên te ji me ra şandibûn ezê di demeke nêz da ji te ra bişînim.
Nizanim Hêlîn digihîje destê te ya na?
Heger nagihîjin destê te ji me ra binivîsîne.
Navnîşana min hatiye guherandin, navnîşana xwe ya nû li jêr dinivîsînim.
Sandfjärdsgatan 32, 2 tr
121 70 Johanneshov
Stockholm/Sweden
Bi silavê biratiyê û bi hêviya li kela rizgarbûyî em carê hevdu bibînin. Tu û
hemûyên maliyan bimînin di nav xweşiyê da.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar