15 juli 2022

Bi xurtiya xwe ya îro zêde nefirin !

Gotineke xweş heye, dibêjin baqilekî çermsoran gotiye. Camêr gotiye:

”Gava av bilind dibe, masî mûriyan dixwin. Gava av dimiçiqe mûrî masiyan dixwin. Dibê kes bi serdestî û xurtiya xwe ya îro zêde nefire. Ji ber ku kî ewê kê bixwe herikîna avê biryarê dide.”

Ev gotina pêşiyên çermsoran ji me ra dibêje, bi serdestî û xurtiya xwe ya îro zêde nefire, di rojên pêş da kî ewê zora kê bibe ”herikîna avê” ewê biryarê bikde.

Yanî pêşketin û rûdanên pêşerojê ewê nîşan bide kî ewê têk biçe û kî ewê bi ser keve.

Yê îro serdest, xurt sibe, bi guherîna rewşê ra kane têk biçe, ji ser hukim bikeve.

Recep Tayyip Erdogan ji ber ku îro li ser hukim e, xurt e, lema jî pir bilind difre, qurretiyên mezin dike, dibêje belkî ewê hertim wiha be.

Lê hîn ne diyar e kî ewê zora kê bibe, kî ewê kê bixwe, kî ewê kê biqedîne. Micadela miletê kurd berdewam e, gotina dawî hîn nehatiye gotin.

Heta nuha gelekên wek Erdogan hatin û çûn, wan jî piştî her qetlîamê wer bawer dikirin ku mesela kurd û Kurdistanê qediya ye.

Lê tarîxê nîşan da ew şaş bûne û hûnê jî şaş derkevin. Zulm û terora we jî nikane micadela miletê kurd a ji azadî û serxwebûnê rawestîne.

Heta kurd azad nebin û nebin xwedî dewleteke serbixwe ev mesele tu carî naqede. Zulma we, teror û hovîtiyên we nikanin îradeya miletê kurd bişkîne, zû dereng emê azad bibin, Kurdistan ewê çê bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE