Heyran bi navê Xwedê erebe(otomobîl)heyat e. Li bajarê mezin peyatî meriv nikane li gorî dilê xwe têr bigere, derên xweş bibîne.
Azad îro jî em birin "Ytterjärna, Saltå Kvarn", dereke wek cinetê bû.
Em têr lê gerîyan, em çûn ber avê, li qahwexaneya wan rûniştin, me ji dikanên
wan hin tişt mişt kirî, em çûn aşê wan, me ji firna wan nan kirî.
Ji bo jiyanê çi lazim be ew avakirine û li gorî wê felsefê dijîn.
Îcar dema ereba meriv tunebe meriv nikane derên wiha bibîne, çûyin gelkî zahmet e.
Heger xanimê bihîşta di taliya umrê xwe da minê ji xwe ra pîreka bi ehlîyet bidîta û erebak jî jê ra bikiriya. Qenekê emê bi hev ra têr bigerîyana.
Xanimê jî ewê rehet bikira, ereba wê di bin da û şufêr jî ji malê bûya.
Lê xanima min ji şansê imnê xerab ra hewiyê qebûl nake, dibêje min ew derd li mala bavê xwe pir dîtiye, diya min pir kişand, ez naxwazim ew tişt were serê min jî. Lema min jî kevirê xwe di ber da berda ye.
Hinek kanin bibêjin here qursê û fêrî şufêriyê bibe. Min ceriband nebû, ez nikanim, xanim jî xwendin û nivîsîna wê tuneye, ew jî nikane.
Lema çare zewac e, dîtina pîreke bi ehlîyet e. Yanî alternatîfa herî baş ew ew e, lê ew jî ne mimkûn e. Dimîne hetanê taliya umrê xwe emê bi vî hawî îdare bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar