16 juli 2022

Çend rêz ji bîranînên min -181-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-07-16

Çûm komelê, min hin nivîsên Armancê xwendin. Dibê Mûrad  bihata nehat. Kerîmê Husamî, Cemşîd Heyderî, Mueyid Teyib û Fahid hatin. Nabêna min û Kerîmê Husamî baş e. Merivekî sohbetxweş e, li ser tarîxa PDKê, Komara Kurdistanê û Qazî Mihemed gelek tişan zane. Carnan ez jê hin tiştan dipirsim. Dest pê dike naqedîne.
Tiştê baş bîranînên xwe dinivîse. Li ba kurdên Kurdistana Îranê kultura nivîsînî heye, îsan bîranînên xwe dinivîsin. Me bîstekê sohbet kir, dûra rabûn çûn.
Seîd Aydogmûş hat, ji min perê aîdata hevalan xwest. Min got pere bi min ra tuneye, ezê sibe bidim te.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar