Îro ez, xanim û herdu xortên me, em çûn girava Vaxholmê. Dema meriv dihere Vaxholmê nabe meriv neçe li Kela wê negere. Me jî wer kir, em li dora 5 saetan li Vaxholmê (Vaksholmê) û li nava kela wê geriyan.
Şansê me hebû baran nebarî. Me bi zor xwe gîhand mal. Nuha em qala gerr û seyrana xwe dikin.Li nava Vaxholmê em di ber pîzzerîakê (Vaxholm Pîzzerîa)ra derbas dibûn. Min di hundur da karkerekî çefîyek li serê xwe gerrandibû dît. Min got weleh ev kurd e, ez dagiriyam hundur, xanim û zarok nesekinîn, dom kirin.
Min ji karkirekî hundur pirsî, min got evê hanê bi kurdî zane?
Got erê, kurd e. Bi dengê me ra ew jî hat. Got sê kes kurd in, evê hanê jî swêdî ye. Me dest da hev, silav li hev kir. Min got tu ji ku ye?
Got em kurdên Konyayê ne. Camêr pir kêfxwş bû, got werin rûnin, qahweyeke me vexwin, lê xanim û zarok ji min dûr ketibûn, min ji wan ra got ka em vegerin, qebûl nekirin, gotina bira bimîne careke din.
Yanî li Vaxholmê jî me aşxaneyek kurdan dît û sohbetek germ bi xwediyê wê ra kir.
Dema ez li dereke xerîb kurdekî dibînim kêfa min tê, silavê lê dikim.
Turîst pir bûn, li her derê ew bûn. Lê em jî turîst bûn. Wek turîstên çînî çikeçika me bû, me risim digirt. Me gelek risim girtin, ez ji wan çend heban belav dikim.
XXX
Îro roja dawî ya mîvanîya Azadê me ye, sibe ewê here mal.
Îro emê bi keştiyê herin giravekê. Havîna 1985a me li wir havîngehek kirê
kiribû, dibêje ez dixwazim herim wira bibînim.
Sibe jî piştî em rojbûna wî pîroz bikin, danê esir ewê here
mal. Esas em wek swêdîyan tu rojbûna pîroz nakin, lê ezê jê ra pasteyekê çê
kim. Devê wî şîrîn bikim, bira devşîrînî here malika xwe.
46 salî ye, êdî ne wexta wî û pîrozkirina tiştên wiha ye. Jixwe ew jî qebûl nake. Lê di 50, 60, 70î salî da meriv pîroz bike rê tê heye. Meriv dibêje şikir ez hetanî nuha jiya me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar