Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-07-17
*Me rojbûna lawkê me Azadê li mal pîroz kir.. Me jê ra pasta kirî, hin tişt miştên
din hazir kir.
*Çûm komelê, Mûrad(Mûrad Ciwan)berî min hatibû çûbû. Qey karê wî hebû, zêde
nesekinîye.
*Seîd Aydogmuş hat, min 500 kr. aîdatê hevalan dayê.Hucreyên bi min ve girêdayî
aîdatên xwe didin min, ez jî didim berpirsê partiyê Seîd.
XXX
1987-07-17
Çûm mala Tayfûn(Malmîsanij), me nivîsa Martin van Bruinessen tercume kir.
XXX
1988-07-17
Me bi Seîd Aydogmuş ra civînek çêkir. Heydet Diljen û Hesen Mizgîn (Necdet
Gundem)di civînê da ne hazir bûn. Her kesî xwest Seîd çstîfa xwe bi paş da
bigire. Lê wî qebûl nekir. Li Rojvan, Heyder, li komîta vir û li hevalên
Almanyayê rexne girt.
Tiştekî nuh negot.Got ez bawer nakim em kanibin hetanî
kongreyê bi hev ra bixebitin. Heger bibe jî di kongreyê da em ji ji hev
veqetin. Lema jî ne hewce ye meriv hetanî kongrê bipê.
XXX
1989-07-17
Min îro ji Salim ra(Salim Çelîker ra)got, bi Mûrad ra bipeyive, tu jî jê ra
bibeje dibê êdî neçe ser bîstanê xwe. Min got li ser bîstîn tiştek pê were,
hinek bikujin ewê ji me ra bibe rûreşiyeke mezin. Ez jê ra dibêjim gurra min
nake, dibêje tişt nabe.
Got ”ezê li keysê binêrim, keys çêbû ezê jê ra bibêjim.”
Ev serê 3 sale ye em dikin nakin em nikanin wî ji wî erdî(bîstên)biqetînin. Di
demeke wiha da çûna wî ser erd ez rast nabînim. Carnan tenê li ser erd e,
Tirkiye bixwaze kane rehet ji ortê rake.
XXX
1999-07 17
Ji abûqatên Ocalan, Ercan Kanar îro civînek çêkir. Medya
Swêd eleqeyek gelkî mezin nîşan da.
Di civînê da qala prosesa bêhuqûqiya
mahkimê û gelek zorbatiyên din kir û di vî warî da gelek numûne dan. Got ji
destpêka girtinê heta bigihîje dema mahkimê tu prensîbek qanûnî û huqûqî nehat
meşandin, her tişt li gor emrê leşkeran û bi emrê devikî hat kirin.
Di vî warî da tu tiştekî nuh yê ku nedihat zanîn ya jî nedihat texmînkirin
negot.
Lê di mesela girtina wî da tiştekî pirr balkêş, heta nuha qet nehatibû
gotin got. Got çêkirin û valakirina Hefsa Îmralîyê mehekê, du mehan berî Evdila Ocalan
were girtin hatibû destpêkirin.
Yanî berî Ocalan bigrin berpirsiyarên Tirkiyê zanîbûn ewê wî teslîmî wan
bikin. Lema jî dest bi amadekirina ciyê wî kiribûn.
XXX
2009-07-17
Careke din merheba!
Fatma xanim, te bersîva vê e-maila min ya li jêr neda.
Ma tu yê hevpeyvînê li ku biweşînî?
Wek min got, ez naxwazim tu di Ozgur Politikayê da
biweşînî.
Ez biryara te bizanim ewê rind be.
Ez hêvî dikim ku siheta te ewê baştir bûbe. Guh nede
nexweşiyê, jê netirse, jibîr bike, neçe ser tuxtoran, dermanê te helbest
e, bêyî derbirrîna helbestê tu tiştek nikane kulên dilê te derman û
birînên te bikewîne...
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar