17 juli 2022

Mêrik telefon ji dest nakeve

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bûye wek delalê kerê xwe wenda kiribe, rojê telefonî serokekî dewletekê dike.

Merivekî hîperaktîf e, tu dibêjî belkî nişadir tê da ye, tebatî lê tuneye. Hundur têrê nake, her roj telefonî serokekî dike.

Du roj berê telefonî Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz El Siûd kiriye, eydiya wî pîroz kiriye.
Do jî telefonî serokê Fransayê Macron kir. Ji xwe ra kiriye rûtîn, rojê telefonî serokekî dike û bi wê jî reqlama xwe dike.

Bi van telefonan dixwaze nîşan bide ew merivekî gelkî muhîm e, kane telefonî serokên gelek dewletan bike û bi wan ra bipeyive.

Li dinyayê bêyî Erdogan tu serokên dewletan wiha nake. Zane ew merivekî biçûk e, yekî berradayî ye, kes qîmetê nadê, lema jî îmkanên meqamê xwe bi kar tîne, her carê minasebetekê dibîne û telefonê xelkê dike.Çi ye, çi ye, Erdogan telefonî filan serokî kiriye !

Medyaya tirk jî tavilê dinivîse: Ji serok Erdogan hevdîtinek pir muhîm !

 XXX

Artêşa Tirkiyê derdorên Eynî Îsa û Tiltemir topbaran kiriye. Bi droneran her roj erebeyekê bombebaran dikin, çend kesan dikujin.
Amerîka destûra êrîşê nade, ji dêlî wê milet bi topbaranê terorîze dikin. Bûne gurên har û bi me ketine, topbaran ji xwe ra kirine kerekî, rûtîneke rojane.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE