17 juli 2022

Mîvanê me çû mal xalî ma

 

Me bîstik berê mîvanê xwe(lawkê xwe Azad) rêwî kir. Me xurîniyek ekskulîsîv dayê û dûra jî pasta wî da ber.

Herçiqas got êdî ez ne zorok im, tu rojbûnan pîroz nakim , lê me me got heyran, tu ji Lundê hetanî Stockholmê hatiye, em devê te şîrîn ekin em te bi rê nakin. Û xêra te em jî devê xwe şîrîn bikin.

Ji diya xwe ra got, her cara ez têm vir di nav 3-4 rojan da herî kêm ez du kîlo qelewtir dibim û diherim mal. Vê carê belkî qelawtir bûm. Rûtîna min a berê serobinî hev bû. Li mal hetanî çend rojan ez nikanim werim ser dûzan û rûtîna xwe ya normal.

Me got nuha têr bixwe, dûra xwe zeîf bike.
Berî rêwîkirinê me li hewşê bi hev ra du risimên bîranîna roja dawî girtin.

Nuha mal xalî ye, ez û xanim li hewşê rûniştine qahwa xwe vedixun û qala sê rojên borî û wan bîranînên xwe dikin.

Jiyan wiha ye, her tişt destpêkek û dawiyek wê heye. Carnan xweş dest pê dike û xweş diqede.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE