Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1987-07-18
J.Blau îro li li Stockholmê li Medborgarplatsen li ser lehça
lorî semînenerek çêkir. Piştî semînerê ez, Mahmûd Lewendî, J. Balau û xweha wê
em bîstekê gerîyan, dûra jî bi hev ra çûn mala Malmîsanij.
XXX
1996-07-18
Wer xuya dike heta dawiya jiyana xwe ezê di vê cahnima sirgûnê da bim, berî mirina xwe nikanibim vegerim welêt xwe, bajarê xwe.
Ez nuha bi Fûadê me ra peyivîm, got abûqat dibêjin tarîxa destpêkirina muhrûrîzemaniyê bi her emrekî girtinê yê nuh ra, yanî bi her nuhkirina dozê ra dirêj dibe.
Yanî ev jî tê wê maneyê tarîxa muhrûrîzemeniya doza min ne ji sala 1979a, ji sala 1987a, sala ez li Almanyayê hatim girtin dest pê dike. Lê ew jî heger hetanî nuha qerareke din a dirêjkirinê dernexistibin. Wer xuya dike ewê ji çend salan carê tim emrekî girtinê derxînin û dozê hetanî 30 salî dirêj bikin.
Piştî 30 salî ewê muhrûrîzeman bibe. Heger ez heta wê çaxê bijîm, çarde(14) salên din jî ez li vir im. Ji hesreta vegera welêt, dîtina Wêranşarê ez şewitîm, her şev xewnên vegerê dibînim. Ditirsim dema vegerim kesên nas li Wêranşarê nemabin.
XXX
2018-07-18
Ji Evdila Keskîn ra
Emîn Narozî bi wergera xwe û te jî bi weşandina vê berhema hêja ji bo miletê
kurd xizmeteke baş kirine. Min jî xwest bi çend rêzan spasî we bikim. Tiştê ji
destê min tê ev e. Lê tu mineteke wê jî tuneye, berhemek derketiye û min jî
çend gotin li ser gotine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar