18 juli 2022

Piraniya kurdên bakur ne li dijî tirkbûnê ne

Wek milet hebûna me kurdên bakurê Kurdistanê di talûkê da ye.

Em kurdên bakur roj bi roj asîmîle dibin, dibin tirk.
Her kes vê felaketa hatiye serê miletê kurd dibîne. Lê mezin û rêberên kurdan, partiyên kurdan li hemberî vê felaketa mezin tu tiştekî cidî, radîlal nakin, seferberligê îlan nakin.

Li Kurdistanê bajar ji zûda ye bûne destar û aşên asîmîlasyonê û tirkbûnê. Li bajaran kurd bi lez dihelin, dibin tirk.

Kalikê min di destpêka 1900î da ji Qerejdaxê hatibû Wêranşarê, lê zimanê me û yê zarokên me jî kurmancî bû, piştî sê nifşan jî zimanê me yê malê nebû tirkî.

Nuha gundiyên koçê bajaran dikin zimanê wan dîreket dibe tirkî û di nav 4-5 salan da asîmîle dibin.

Hetanî 20-30 sal berê li gundan kurdî hinekî zindî bû, lê di van salên dawî da ji ber bêkarî û feqîriyê gundên Kurdistanê jî yek bi yek vala dibin, bi hezaran kurd koçî metrepolên Tirkiyê dikin û li wir dihelin, dibin tirk.

Miletek li hebûna xwe xwedî dernekeve, xwe, zimanê xwe neparêze mahkûmî wendabûnê ye.

Kurd wek tê xwestin li hebûna xwe, li zimanê xwe xwedî dernakevin. Ne giş, lê piraniya kurdan ne li dijî tirkbûnê ne, heger li dijî tirkbûnê bûna ewê zarokên xwe asîmîle nekirina.

Heger kurd li dijî tirkbûnêbûna ewê siyasetmedarên wan bi tirkî ji kurdan ra negotina li zimanê xwe xwedî derkevin. Lema jî xelasiya kurdên bakur pir û pir zor e, ez pir bêhêvî me. Dibê "mûcîzeyek" çê bibe. Bi van serokan, bi van siyasetmedaran kurd nikanin rê li ber asîmîlasyonê bigrin.

Bi vê şêlê, bi vê timtêlê umrê kurdên bakur pir hindik maye, 20-30 salên din îşên wan temam e, ewê bihelin û bibin tirkên bi eslê xwe kurd.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE