Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1999-07-19
*Rojenê me îro dest bi dibistana destpêkê, sinifa yekê kir.
Min bala xwe dayê li gorî gelek zarokên din heyecana wî hindik bû, sakîn bû. Di
vê rojê da zarok pir bi heyecan dibin. Çimkî di jiyana wan da destpêkek nuh e.
Sinifa wî hivde zarok in, ji vana 10 keçik in û 7 jî lawik in. Du mamoste ewê
dersê bide wan, herdu jî jin in.
*Ez kovara Serbestîyê dixwînim. Min nuha nivîsa Daniella
Mitterand xwend. Nivîseke pirr ji dil, pirr hêja ye. Kurdekî herî dilşewat jî
ancax dikanîbû hewqas bigota.
Rexneyên pirr giran dibe ser dewletên Ewrûpayê û
gotinên pirr giran ji serok û berpirsiyarên wan ra dike. Di dereke nivîsa xwe da ji bo Ewrûpiyan
dibêje:
”Parêzvanên mafên însanî ji bo dolaran ruhê xwe û hesiyeta xwe
firotin. Wek yeka fransiz ji ber vê şêla ewrûpiyan ez ji ber xwe fedî dikim.”
Di dereke din da jî dibêje:
”Heger li hember barbariyê liberxwedan terorîstî
be, wê gavê divê em marşa Marseillaise ku ban gelê Fransiz dikir, digot li
hember zalim û zorbayan serî hildin yasax bikin.”
Hemû gotinên wê ji kûrahiya dilê wê hatine. Ya din jî meriv bi rehetî dibîne
çiqasî ji dil û can ji kurdan hez dike. Xwezî li Ewrûpayê bi hezran dostên me yên wiha hebûna. Jinik wek şûrekî li pişta me ye.
XXX
2009-07-19
Keko Merheba
Ez temamê nivîsên te dışopinim û dıxwenim. İsal çavê ma li
hatına ta bû. Dilxaz û dilsozên te pir bûna..
Keko mafê ta heye ku tu gazina jı dost û hevala bikî.
Di gel wî temenê teyi peşketiye heya nivê şevê tu
dimenî û xwaxe ji xwê dibî û nivisên xwe jı mera peşkeş dikî. Gelekî spas jı
tera.
Xwedaye Teala Temene ta dirêj bikî û bibi nasîp ku em hevdu bebibînin.
Keko hiç meraq nekê ez timu tim nivisên te yî ku bi zımanekî
şerîn hatına nivisandin û rê ji mera ronî dikin dixwenim û didima xwendin.
Silav û Rêz
Midyad
Metinê Hesenê Silê
XXX
2009-07-20
Silav birayê Metîn!
Ji bo van rêzên te yên dostane û ji dil gelekî sipas birayê ezîz.
Ez gelkî kêfxweş bûm ku tu li Midyadê dimînî. Dibe ku te berê jî ji min ra
gotibe lê nayê bîra min. Heger pirs ne eyb be, ma tu çend salî yî û bi çi mijûl
î?
Midyad, cara pêşî min di sala 1979-an da çend caran dît. Ji bo
propagandeya hilbijartinan ez hefteyekê li gundên Midyadê
geriyam. Hevalekî me (ji DDKD-ê) namzetê sanatoyê bû. Me qezenc nekir, lê
me gelek ray stend. Bi xêr dema ez hatim nêta min heye ku ez riya xwe
bi Midyadê xim.
Diyar e bi saya dostên weke we hezkiriyên min jî çê bûne. Ev jî ezm û enerjiyê
dide min.
Bimîne di xêr û xweşiyê da
Zinarê Xamo
XXX
2009-07-23
Keko Çaxê Ta Bi Xêr,
Keko ez bı aslê xwe jı Kercosê me û 40 sali ma..
Naskirina me di malpera Netkurdê de dest pêkır. Mi nivîsên te gelekî acibandin,
min li gorî rihê netewî dîtın. Ez mıroveki Mella me .
Û ne lazim e me hevudu dîtibe, ya dilê me yeke...Tu kengî bê
Midyadê jî ser sera, ser çava Keko..
Nizanim tê bîra te carekê me hevîyek ji te kiribû Laleş
Qaso xeyidîbû, careke din ez nema dinivîsim..
Lêbelê waye ''rasterast.com dayê
navê..
Silav û Rêz
Merheba!
Birayê Metîn, li min bibore, min ji bîr kir ji bo bersîvê sipasî te
bikim. Gelek sipas û mala te ava.
Bi silavên biratiyê
Zinarê xamo
XXX
2013-07-19
Yekî bi navê Cemalê Usiv ji min ra tiştekî pir ecêb nivîsî. Min ew ji Temûrê
Xelîl pirsî.
”Kekê Temûr, ma ev Cemale Usiv kî ye, çi kes e, li ku dimîne?”
Temûr ev bersîv da min:
”Kekê Zinar, ev kes ji Ermenîstanê ye, lê van 20 salên dawî li Rûsîyayê dijî,
li Sîbîryayê, bajarê Novosîbîrskê. Ew xwe ronakbîr dibîne, çend salan li
radyoya Rewanê da kar kirîye, lê ne wek karmendê herdemî. Wek ku kurdên me
dibêjin, ew gelek caran lingên xwe li guhê xwe dixe.”
Ev merivekî pir rezîl e, mêze ji min ra çi gotiye:
"Kek Zinar ma cima tu wek min nafikiri u ber cheve xwe
nabini kurd ci eceva u nenera dikin& ma tu nizani heta iro kurd fes u
durune, 99% bona bejna xwe u ki,,, xwe difikirin, terroristin, dermana
difrosin, hevdu serje dikin, xwe qurbana mella u Muhemed dikin, herroj 18 cara
nimeje dikin, sev u roj li mecitene, zirre-zirra wane "ellah ekber, ellah
ekber" ((( Ev nine gelo kar u pese kurda?
Kar u xebata kurda bona milete xwe gelo ci buye ?
hinek serok u pesikare kurda
hebun-- ew ji bune xwefiros u miletfiros((( Min tisteki bas nedit heval((( --
EZ 25 sala radioya kurdada xebitim,min nive emire xwe da bona milet,le,,, le
berga tirra pirka min negirt((( Min gelek sale emire xwe da heja partiake
kurda,le ewe ji berga tisteki negirt, qet tirra kalke min ji ne heja bu((((
hewar derde kurda u duruti,cesusi, diyaxwegetiya vi mileti,hewaaaaar(((9 Meseleke
meye rind heye:
" Ciqasi duri, ewqasi gul u nuri" ,,,
Ez a niha sehereki rusiaye dur dijim,,,
Duri we dur,,dur,,,dur,,,dur(((((" Bersîva min û heqaretên wî yên
din tu dikanî di facebooka min da bixwînî.
Gelek silav”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar