Îro em neçûne meşa xwe ya rojane, min û xanimê li hewşê xwe daye ber rojê, em xwe diqimirînin. Belkî danê êvarî em herin hinekî li ser xwe bigerin.
Xelk ji bo xwe bide ber tavê dihere Îspanyayê, Îtalyayê, Yûnanîstanê yê me
hewşa me ye.
Em li hewşa xwe bûne turîst.
Tenê derya kêm e, ew jî 10 deqqa ji mala me dûr e, em bixwazin em kanin herin
li wir xwe şil bikin.
Hewş heyat e, meriv li hewşa xwe, li gorî kêfa dilê xwe, bêyî ku kes meriv nerehet bike, bêyî ku meriv ji qîjewîjê gêj bibe xwe dide ber tavê.
Dûra dihere bin terasê ber siyê. Ava cemidî di ber da ye, çayê çêke, qahwê çêke. Zebeşê cemidî hazir e.
Dora me hişinayî, dar û kulîlk in. Em hewqas tiştî nikanin li ber deryayê bibînin.
Yanî nimhmet e, xêra xwe Xwedê ye. Ez û xanim dibêjin hwşa me sed qatî ji ber bahrê çêtir e. Lema jî ji malê zêde dûr nakevin, li hewşa xwe kêfa xwe diqewitînin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar