19 juli 2022

Civîna li Tehranê ji bo êrîşa ser Kurdistana Rojava ye

Serokê Îranê Reîsî û serokê Tirkiyê Erdogan bi hev ra konferanseka çapemeniyê çêkirine, di civînê da gotine, ”ew li ser micadela li dijî terorê peyivîne û ewê di vî warî da hevkariya xwe bidomînin.”

Tirkiye û Îran ji micadele û liberxwedana kurdan a bi heq, netewî ra dibêjin ”teror” !

Yên li hemberî kurdan terora dewletê bi kar tînin ew in, lê navê xwe li kurdan dikin.

Kurdan li tu beşekî Kurdistanê teror ji bo xwe nekirine şikil û metodê micadelê, yên ji hin partiyên kurdî ra dibêjin terorîst bêbextiyê dikin, ruyê xwe reş dikin.

Kurd ne terorîst in. Terorîzim gef e, tirsandine, şantajên siyasî ye. Terorîst ji bo bigihîjin hedefên xwe terorê wek metodeke tirsandinê bi kar tînin.
Kurd tiştekî wiha nakin, kurd mafên xwe yên netewî dixwazin, wekheviyê, edaletê û azadiya welatê xwe dixwazin.

Dewletên dagirker kurdan bi darê zorê ji gund û bajarên wan derdixin, malên wan bombebaran dikin, dişewitînin. Ev teror e.

XXX

Serokên du dewletên dagirkerên welatê me û Pûtîn li Tehranê civiyane û li ser me û Sûriyê b i hev ra bazarê dikin.

Xwedêgiravî Reîsî û Pûtîn dost û mitefikên Esed in, lê dîsa jî li ser Sûriyê jî bazarê dikin.

Dostê ketiyan tune ye, gava meriv zeîf be xelk li meriv siwar tê.

Hêvî dikim ji civîvê biryara êrîşa ser kurdan dernekve. Ev îhtîmal zeîf be jî heye. Wezîrê karên derve yê Sûriyê jî îro çûye Tehranê.
Li gorî hin xeberên di medyayê da belav bûne, hin berpirsên Sûriyê jî çûne Tirkiyê û dest bi hevdîtinan kirine.

Ev trafîka zêde ne ji xêrê ra ye, giş li ser kurda ye. Belkî dikin Esed û Erdogan li hev bînin û giş bi hev ra êrîşî kurdan bikin.

Di rewşeke wiha da Amerîka, Fransa ewê çi bikin pir muhîm e. Tirk dixwazin destûrê ji Rûsyayê û Îranê bigrin û êrîş bikin. Li gorî hesabê Erdogan Amerîka ewê şerê Tirkiyê neke.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE